Li ser rêya Hewlêr-Mexmûrê bûyera trafîkê: Ji malbatekê 3 kes mirin

08-07-2023
RÛDAW
Nîşan Hewlêr Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li ser rêya Hewlêr-Mexmûrê di encama bûyereke giran a trafîkê de li gorî şahidekî 3 kesên ji malbatekê canê xwe ji dest dane û 3 kes jî birîndar bûne.

Şahidê bûyerê Ebdullah Hîtutî îro Şemiyê ji Rûdawê re got, “Li ser rêya Hewlêr-Mexmûrê qezayeke trafîkê rû daye û di encamê de 3 kesan canê xwe ji dest dane û 3 kes jî birîndar bûne.”

Li gorî Ebdullah Hîtutî 3 kesên ku canê xwe ji dest dane ji heman malbatê ne ku dayik, bav û zarokê wan ê 12 salî ye.

Ebdullah Hîtutî her wiha anî ziman, “Otomobîlê xwe li taseya ser rê daye ji ber wê qeza kiriye. Di otomobîlê de 6 kes hebûn, ji xeynî 3 kesên mirî, 3 kes jî birîndar bûn.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst