Dema Kongreya PDK-Sê hate eşkerekirin

08-06-2023
RÛDAW
Berpirsê Rêxistinê yê Partiya Demokrata Kurdistan-Sûriyê (PDK-S) Ebdilkerîm Mihemed
Berpirsê Rêxistinê yê Partiya Demokrata Kurdistan-Sûriyê (PDK-S) Ebdilkerîm Mihemed
Nîşan PDKS Kongre
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Kongreya Partiya Demokrata Kurdistan-Sûriyê (PDK-S) ya Rojavayê Kurdistanê roja Şemiyê dê bê lidarxistin.

Kongreya Partiya Demokrata Kurdistan-Sûriyê (PDK-S) roja Şemiyê 10 Hezîrana 2023an li Hewlêrê tê lidarxistin, îro endamên kongreyê di Deriyê Sêmalka-Pêşabûr re derbasî Herêma Kurdistanê bûn û pirsgirêk derneketin.

Li gorî zanyariyên ku Rûdawê ji hejmareke serkirdeyên PDKSê wergirtine, nêzîkî 200 endam amade dibin. Her îro endamên kongreyê yên herêmên Cizîr û Kobanî di Deriyê Sêmalkayê re derbasî Herêma Kurdistanê bûn.

Di çend rojên borî de endamên Kongreyê ji Ewropayê jî hatine Hewlêrê. Niha amadekariyên ji bo lidarxistina kongeyê temam bûne.

Berî niha berpirsê Polîtbîroya PDK-S Mihemed Ismalîl ji Rûdawê re gotibû, wan dixwest kongreya xwe li Qamişlo çêbikin, lê ji ber rewşa siyasî û ewlekarî wan biryar dan li Hewlêrê kongreya xwe saz bikin.

Berpirsê Rêxistinê yê Partiya Demokrata Kurdistan-Sûriyê (PDK-S) Ebdilkerîm Mihemed jî beşdarî bultena Rojava ya Rûdawê bû û li ser kongreyê axivî.

Ebdilkerîm Mihemed got, “Ez di serî de spasiya Herêma Kurdistanê û bi taybetî Serok Mesûd Barzanî dikim ku ji Kurdên Rojava re her dem alîkar e, ne tenê PDK-S re. Ev derfet dane me ku berî 2014an me li vir çêkir û em a niha jî li vir çê dikin.”

Ebdilkerîm Mihemed li ser derenmayîn û paşxistina kongreya PDK-S jî got, “Neçêkirina kongreyê di qonaxa dirêj de me danîbû pêşiya xwe 2-3 salan de bikin. 2 caran Komîteya Navendî rûnişt ku bikaribe rewatiyê bide lê ji ber ku rewş ne xweş bû, DAIŞ li herêmê bû, nakokiyên di nav Kurdan de û girtina navendan bûne rêgir ku kongre bê paşxistin.”

Partiya Demokrata Kurdistan Sûrye (PDK-S) li bajarê Hewlêrê kongreya xwe ya 12an li Hewlêrê hate sazkirin, ew berdewama yekemîn partiya Kurdî ye li Sûriyê û li Rojavayê Kurdistanê ku di sala 1957an de hatibû avakirin.

Kongreya dawî ya PDK-Sê destpêka Nîsana 2014an li Hewlêrê hatibû li darxistin, wê demê Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê (El-Partî) û partiyên Azadî û Partiya Yekitî Kurdistanî bi hev re Partiya Demokrata Kurdistan-Sûriyê ava kiribûn.

Di wê kongreyê de 51 serkirde hatibûn hilbijartin, ji wan 51 serkirdeyan Siûd Mela wek sekreterê partiyê hilbijartibûn. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst