Îmamoglu têkildarî êrîşa li Erzeromê: Polîsan destwerdan nekir

08-05-2023
RÛDAW
Di mîtînga CHPê û Hevpeymaniya Millet a li Erzeromê de, hin kesan bi keviran êrîşî mîtîngê kirin.
Di mîtînga CHPê û Hevpeymaniya Millet a li Erzeromê de, hin kesan bi keviran êrîşî mîtîngê kirin.
Nîşan ‌Hilbijartin 2023 Ekrem Îmamoglu Erzerom CHP
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di mîtînga CHPê ya li Erzeroma Bakûrê Kurdistanê, di dema axaftina Serokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu de hin kesan bi keviran êrîş mîtîngê kirin. Mîtîng nîvcî ma û herî kêm 7 kes di êrîşê de birîndar bûn. CHPê li ser êrîşê bertek nîşan da û

Ekrem Îmamoglu roja Yekşemê li Erzeromê di dema birêveçûna mîtînga CHPê de rastî êrîşa bi keviran hat û ji aliyê pasevanan ve ji ser dikê hat danîn û mîtîng di nîvî de ma. Di êrişê de herî kêm 7 kes birîndar bûn.

Îmamoglu, di dema êrîşê de bang li hêzên emnî û Rêveberê Ewlekariya Erzeromê kir, ku êrîşê ranawestînin û dê derbarê wan de gilî tomar bikin. Îmamoglu got ku ev êrîş fermanek e û hatiye cîbicîkirin.

Ekrem Îmamoglu got: “Me carekê dît ji her derê kevir dibare. Bêguman di dîmenan de jî xuya dike. Polîsekî jî destwerdan nekir. Ev fermanek e, ne tiştekî din e. Ev ferman ew e; destwerdanê nekin. Li wê derê otombîlên zirxî Toma hene. Keviran davêjin ser serê xelkê. Em derketin ser otobusê, kevir avêtin me jî. Hûn dê mezinbûna keviran di dîmenan de bibînin."”

Serokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Stenbolê, Ekrem Îmamoglu pêştir jî ji qada mîtîngê dîmenên otobusên Şaredariya Erzeromê ya AKPê belav kirin û ragihand, rêgirî li mîtînga wan tê kirin. Şaredarê Erzeromê jî CHP bi provokasyonê tohmetbar kir û ragihand, wan rêgirî li mîtîngê nekirine.

Mehmet Sekmen, Şaredarê Erzeromê diyar kir: “Serokatiya Şaxa Partiya Gel a Komarî ya CHPê ya Erzeromê, îro li cihekî ne yasayî hewla mîtîngeke bi dizî da. Ji 4ê Gulanê ve desthilata cihên mîtîngan di destê Komîsyona Bilind a Hilbijartinê de ye. Komîsyona Hilbijartinê ya Bajêr cihên mîtîng û civînan diyar kirine. Li bajarê me cihê ku em ji bo danasînê otombîla xwe lê radiwestînin, bi awayekî neyasayî xwestin bikin qada mîtîngê.”

Serokê CHPê jî nerazîbûneke tund nîşan da û ragihand, ji mafya û çekdaran, hevpeymaniyek hatiye avakirin.

Kemal Kiliçdaroglu got: “Armanca wan tirsandin û dûrxistina xelkê ji sindoqan e. Divê hemû Tirkiye aramiya xwe biparêze. Piraniya Tirkiyê erênî ne û dê ev piranî dawiyê li vê xirabiyê bîne. Welatiyên min ên xoşewîst bala xwe bidin ser 14ê Gulanê. Hemû tiştên din hûrgilî ne.”

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, ji hilbijartinên serokkomarî û parlamentoyê re tenê hefteyek maye û her diçe rikeberî tundtir dibe.

Li parêzgeha Mêrsînê ya Tirkiyê jî, roja Yekşemê komeke 20 kesî êrîşa otombîla Partiya Çepên Kesk (YSK) kiribûn û 5 kes birîndar kiribûn.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst