Buldan: Kesên gefan dixwin ji tiştên di nava van 5 rojan de biqewimin berpirs in

08-05-2023
RÛDAW
Nîşan Hilbijartinên Tirkiyê Pervin Buldan Qers
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan di mitînga Qersê de got: “Yên niha li meydanan heqaret dikin, tiliyên xwe dihejînin, gefan dixwin, gotinên nijadperest dikin, ji tiştên di nava van 5 rojan de biqewimin berpirsiyar in.” Buldan herwiha got, "Em azadiyê ji bo Selo, Fîgen, Gulten û Ayla dixwazin, azadî û daxwaza ji bo azadiya hevalên me yên ku li vî welatî ji bo fikr û ramanên xwe ketine girtîgehan dê piştî 14ê Gulanê pêk were.”

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan di mitînga ku Partiya Çepên Kesk li Meydana Komarê ya Qersê li dar xist de axivî.

Pervin Buldan diyar kir, li her derê Tirkiyê piştgiriyê didin wan û wiha dewam kir: "Li her derê Tirkiyê heman hewa heye û li her derê Tirkiyê heman atmosfer heye. Azadî helbet ji bo Selo, Fîgen, Gulten, Ayla jî azadî û daxwaza ji bo azadiya hevalên me yên ku li vî welatî seba fikr û ramanên xwe ketine girtîgehan wê piştî 14ê Gulanê pêk were."

Buldan da zanîn ku, armanca wan ew e ku ji Qersê 3 parlamenteran derxin û wiha dewam kir: "Dem hat ku mirov Çepên Kesk xurt bike û bişîne parlamentoyê. Armanca me 100 parlamenter in, ji van 100 parlamenteran jixwe sisê dê ji Qersê werin... Ji ber wê 'dengek ji Çepên Kesk ra... dengê me yê din ji Kemal Kiliçdaroglu re'."

Di beşeke din a axaftina xwe de Buldan stranbêj Cîhan Aymaz ê li Kadikoyê di encama êrişek nijadperest de hatibû kuştin, li bajarê wî li Qersê bibîr anî got: “Ez kujer û êrişên nijadpereset şermezar dikim. Wextê dawîanîna êrişên wan nijadperest û polîtîkaya wan dubendiyê roja 14ê Gulanê ye. Yên niha li meydanan heqaret dikin, tiliyên xwe dihejînin, gefan dixwin, gotinên nijadperest dikin, ji tiştên di nava van 5 rojan de biqewimin berpirsiyar in.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst