Hevseroka DEM Partiyê li Şirnexê bangî YSKyê kir

08-04-2024
RÛDAW
Nîşan Tulay Hatîmogullari Şirnex DEM Partî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka DEM Partiyê ragihand ku ji bo hilbijartinan 5 hezar û 940 leşker û polîs birine Şirnexê û got, “Li Şirnexê leşker û polîsan hilbijartin dizî.”

Hatîmogullariyê bangî Lijneya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyeyê (YSK) jî kir ku erkê xwe bi cih bîne.

Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari li parêzgeha Şirnexê li ser encamên hilbijartinan axivî.

"Bi temamî AK Partî derketiye"

Hatîmogullariyê behsa veguhastina leşker û polîsan a Şirnexê kir û got:

“5 hezar û 940 hilbijêr. 5 hezar û 940 mêr. Malbatên wan ne li vê derê ne.

Li ti xaniyekî li vê derê ne niştecih in lê van tenê li dibistanekê deng dane û li wê dibistanê bi temamî AK Partî derketiye.

Li Şirnexê polîs û leşkeran hilbijartin diziye.”

Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogullariyê amaje bi wê yekê da ku wan li ser encamên hilbijartinan îtirazî Lijneya Bilind a Hilbijartinan Tirkiyeyê kiriye û anî ziman:

“Lijneya Bilind a Hilbijartinan ku li Bedlîs û gelek cihan îtirazên me red kirine niha jî dê li ser Şirnexê bicive.

Em ji vê derê banga xwe dubare dikin. Lijneya Bilind a Hilbijartinan dest ji piştgiriya AKPyê berde û erkê xwe yê bingehîn bi cih bîne.

Erkê te ne parastina berjewendiyên AKPyê û dizên desthilatê ye.

Erkê te parastina mafê bijartin û hilbijartinan a welatiyan e.”

Di hilbijartinên xwecihî yên 31ê Adara 2024an de li Şirnexê berbijêrê AK Partiyê Mehmet Yarka ji sedî 47,58ê dengan ku dike 18 hezar û 33 deng bi dest xistin û bû şaredar.

Berbijêrê DEM Partiyê Turan Saltan ji sedî 41,04ê dengan, wate 15 hezar û 553 deng bi dest xistin.

DEM Partî ji encaman ne razî ye û AK Partiyê bi wê yekê tohmetbar dike ku derdora 6 hezar dengdêrên polîs û leşker ji bajarên cuda birine û ew bi vî awayî bi ser ketiye.

Berbijêrê AK Partiyê Mehmet Yarka vê yekê red dike.

“Êdî bilûra AKPyê bi dilê xwe li her cihî lê nade”

Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogullariyê da zanîn:

“Hewl da dengên me li her cihî bidizin. Lijneya Bilind a Hilbijartinan ku li Bedlîsê û gelek cihan îtîrazên me red kirine, dê niha jî mijara Şirnexê gotûbêj bike.

Em ji vê derê banga xwe dubare dikin.

Lijneya Bilind a Hilbijartinan, dawiyê li piştgiriya AKPyê bîne.

Îro nexşeya siyasî ya Tirkiyeyê guheriye. Îro nexşeyeke wiha ya siyasî çêbûye ku êdî bilûra AKPyê bi dilê xwe li her cihî lê nade.

Hûn divê li vê nexşeya siyasî binêrin û 3 heta 5 salên din bifikirin.

Ji xwe Lijneya Bilind a Hilbijartinan îro pêbaweriya xwe ji dest daye.

Ji bo biryarên ji niha û pê ve em bangî Lijneya Bilind a Hilbijartinan dikin ku erkê xwe yê bingehîn bi cih bîne.

Erkê te parastinana mafê bijartin û hilbijartinê yê welatiyan e.

Erkê te parastina mafê Qilebanî, Bedlîsî, Bêşebabî, Şirnexiyan û herkesî ye û em bangî te dikin ku vî erkî bi cih bînî.

Eger YSK erkê xwe bi cih neyîne ew jî dê wekî vê desthilatê ji bo zibildanka dîrokê bê avêtin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst