Li Agiriyê 138 koçberên qaçax paşda şandin welatên wan

08-04-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Agiriyê ya Bakurê Kurdistanê 138 koçberên qaçax ên ji Efxanistanê yên ku bi rêyên dereqanûnî derbasî Bakurê Kurdistanê bibib, bi balafirê şandin welatê wan.

Operasyonên dervayî sînor ên bi kordînasyona Îdareya Koçê ya Wezareta Karên Navxweyî ya Tirkiyê di sala 2023yan de berdewam dewam dikin. 

Koçberên qaçax ên ji Efxanistanê yên ku li Navenda Paşda Şandinê ya girêdayî Rêveberiya Îdareya Koçê ya Agiriyê diman li minibûsan siwar kirin û birin Balafirgeha Ehmedê Xanî ya Agiriyê. 

Koçberên qaçax ji nav korîdora ewlehiyê ya ku ji cendirmeyan pêk dihat hildan salanonê û piştî karûbarên wan li balafirê siwar kirin û şandin Efxanistanê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst