Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Encûmena Xwecihî ya ENKSyê ya Efrînê Ehmed Hesen got, "Rêjeya Kurdan li Efrînê bilind bûye û êdî bêhna Kurdan ji Efrînê tê."
Li gundên Efrînê yên Rojavayê Kurdistanê rewş hêdî hêdî ber bi asayîbûnê ve diçe.
Bi taybetî piştî rûxandina desthilata Beşar Esed li Sûriyeyê, derketina malbatên Erebên hawirde ji Efrînê berdewam dike.
Piştî serma û baranên zivistanê, bi hatina biharê hejmara Erebên ku ji Efrînê derdikevin zêdetir dibe.
"Derketina Erebên hawirde ji Efrînê berdewam dike"
Serokê Encûmena Xwecihî ya Encûmena Niuştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) ya Efrînê Ehmed Hesen bû mêvanê bultena Rûdawê û behsa vegera xelkê Efrînê kir.
Ehmed Hesen ragihand ku derketina Erebên hawirde ji Efrînê berdewam dike û got, "Rêjeya Kurdan li Efrînê bilind bûye û êdî bêhna Kurdan ji bazar û sûkên Efrînê tê."
Hesen da zanîn ku li hinek gundên Efrînê Erebên hawirde nemane û got, "Li Nahiya Bilbilê 830 malbatên Ereb hebûn niha tenê 200 malbat mane."
Bi gotina wî, 400 malbatên Kurd vegeriyane Bilbilê û niha rêjeya Kurdan li Bilbilê ji sedî 75 e.
“Vegerin Efrînê”
Serokê Encûmena Xwecihî ya ENKSyê bangek li Kurdên koçber kir û got, "Em ji xelkê xwe dixwazin ku vegerin Efrînê.
Em wekî ENKS ji xelkê xwe re dibêjin vegerin Efrînê."
Hesen destnîşan kir ku rewşa ewlehiyê li Efrînê baştir bûye û ragihand, "Li Efrînê ji sedî 80 metirsî li ser Kurdan nemaye."
Li gorî agahiyên ku Serokê Encûmena Xwecihî ya ENKSyê daye, Asayîşa Hikûmeta Sûriyeyê li Efrînê bi cih bûye.
Dagirkirina Efrînê
Artêşa Tirkiyeyê û grûpên çekdarên ên di kontrola wê de, 20ê Kanûna Paşîna 2018an ji asman û bejahiyê ve bi awayekî berfireh êrişî Efrînê kir ku wê demê di destê Kurdan de bû.
Piştî wê êrişa berfireh a bi çekên giran, bajarê Efrînê 18ê Adara 2018an ket destê artêşa Tirkiyeyê û grûpên çekdar.
Di encama êrişên giran û dagirkirinê de bi sed hezaran Kurd ji mal û milkên xwe bûn û ketin ser rê û dirbên koçberiyê.
Ji roja ku Efrîn ketiye bin dagirkeriya Tirkiyeyê ve girtin, binpêkariyên wekî dizî, talan, tecawuz, birîndarkirin, kuştin, revandin û şkenceyên li hemberî Kurdan berdewam dikin.
Lê piştî nema desthilata Beşar Esed rewş hinek guheriye û her çend vegera Kurdan li gorî derketina Ereban kêm be jî, hinek malbatên Kurd ên ji Efrînê koçber bûyî jî vedigerin gundên xwe.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse