Piştî banga Ocalan û bersiva PKKyê qonaxeke nû li pêşiya Kurdan e

01-03-2025
Ferdî Sak
Parlamenterê DEM Partiyê Cengîz Çandar / Wêne û vîdeo: Rûdaw
Parlamenterê DEM Partiyê Cengîz Çandar / Wêne û vîdeo: Rûdaw
Nîşan Banga Ocalan PKK Cengîz Çandar Roj Gîrasun Bayram Bozyel
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî banga Ocalan û bersiva PKKê qonaxek nû li pêşiya Kurdan bi taybetî li pêşiya siyaseta Bakurê Kurdistanê ye.

Rêberê Girtî yê PKKyê Abdullah Ocalan di beşek banga xwe ya çekdanîn û fesixkirina PKKyê de tekezî li ser xebata siyasî kir.

Piştî bersiva erênî ya PKKyê li beramber wê bangawaziyê niha ji bo partiyên Bakurê Kurdistanê qonaxeke nû ya siyasî di rê de ye.

Parlamenterên DEM Partiye yê Amedê Cengîz Çandar da zanîn ku Ocalan dixwaze êdî di çareseriya pirsa Kurd ne çek, siyaset gotina xwe bike.

“PKKyê wekî hincet dihat nîşandan”

Parlamenterê DEM Partiyê Cengîz Çandar got:

"Ocalan di banga xwe de amaje bi wê yekê da ku êdî pêwîstî bi têkoşîna çekdarî nîne.

Dibêje bi rêya sazî û kanalên demokratîk dikare berdewamî bi têkoşînê bê dayîn. Nabêje êdî xilas û em tiştekê daxwaz nekin.

Wê demê ev sazî û kanalên demokratîk çi dikare bê kirin, divê bikin. 

Çi guherîna pênaseya welatîbûbûnê ya di destûra bingehîn de, çi  mafê perwerdeya zimanê dayikê û çi jî sererastkirinên yasayî yên derbarê rêveberiyên xwecihî de ji bo carek din qeyûm neyên danîn.

PKKyê wekî hincet dihat nîşandan lê li cihekê ku PKK nebe divê qeyûm jî neyê danîn.”

Hinek ji partiyên Bakurê Kurdistanê jî banga Ocalan a bidawîanîna qonaxa şer ji bo siyasetê wekî derfeteke dîrokî dibînin.

“Danîna çekê dê gaveke baş be”

Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê Bayram Bozyel jî got:

“Em vê bangawaziyê dereng jî dibînin. Divê PKKyê 10-15 sal berê dest ji çekan berdaba.

Ji ber ku şerê çekdarî ne ti karekî muqades e. Ew jî haleteke têkoşînê ye lê êdî hikmê wê li welat û Bakurê Kurdistanê nemaye.

Heta li şûna ku sûdê bigihîne, zererê dide miletê Kurd. Dewlet bi hinceta PKKyê hem êrişî Kurdên Bakur, hem yên Rojava û hem jî yên başûr dike.

Ji ber vê jî berdana çekan dê gavekî baş be. Ev yek dê hem li Tirkiyeyê zemîna siyasî xweş bike hem jî hewildanên çareseriya Rojava dê hêsantir bike.

Em pênagava destberdena çekan ji bo siyasetê wekî gavekî erênî dibînin. Êdî pêvaoya Kurd nû dest pê dike"

“Bêdengbûna çekan hêza siyaseta Kurd zêde dike”

Rêvebirê Giştî yê Navenda Lêkolînan a Rawestê Roj Gîrasun Gîrasûn jî di wê bawerê de ye bêdengbûna çekan hêza siyaseta Kurd zêde dike û  ji bo bidetsxistina mafên Kurdan destê wan li beramberî hikûmeta Tirkiyeyê bihêz dike.

Roj Gîrasûn wiha got:

“Tişta niha xuya dike eger çek bên danîn dê mafên Kurdan rewatir xuya bikin û zêdetir bên axaftin.

Heta niha zêdeyî 30 salî şerê çekdarî hat kirin û di vê meseleyê de xitimînek çêbû.

Lê niha em ketin qonaxek nû.  Eger DEM Partî jî bixwaze di siyaseta nû de ji xwe re cihekî peyda bike pêwîst e vê derfetê bi kar bîne.

Piştî vê saetê eger çek bên danîn û neyên axaftin û siyaset bê axaftin û siyaseta demokratîk bi pêş ve biçe mumkin e ku DEM Partî hem rêjeya dengên xwe zêde bike û hem jî rewatiya xwe zêde bike.

Ev jî dibe ku di demek nêzîk de Kurd di siyaseta Tirkiyeyê de wekî objeyeke tires nemînin û bibe fîgureke avakirina desthilatê.”

Pêvajoya çareseriyê ya di navbera 2013an û 2015an de jî rêya Enqereyê ji bo siyaseta Bakurê Kurdistanê xweş kiribû.

HDPyê hilbijartinên Hezîrana 2015an derdora ji sedî 13,1ê  dengan bi dest xist û 80 parlamenter şandin parlamentoyê.

Lê piştî wê hilbijartinê û bi têkçûna pêvajoyê sal bi sal dengên wê kêm bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst