Li Amedê veguhastina giştî ji jinan re bê pere ye

08-03-2025
RÛDAW
Nîşan Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê ji bo 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî veguhastina giştî ya nav bajêr ji bo jinan bê pere ye.

8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî ye û jinên Bakurê Kurdistanê vê rojê bi çalakiyên cuda pîroz dikin û balê dikişînin ser mafên jinan.

Beşek ji saziyan jî di vê rojê de çalakiyên cuda ji bo jinan saz dikin û hinek derfetên cuda û taybet didin jinan.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê doh bi daxuyaniyekê ragihand ku li navenda bajêr û navçeyên Amedê hemû otobusên veguhastina giştî yên girêdayî şaredariyê roja 8ê Adarê ji bo jinan bê beramber in.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê di daxuyaniya xwe de anî ziman:

“Şaredariya me ya Bajarê Mezin, ji bo 8ê Adarê Roja Jinên Karker ên Cîhanê biryarek li ser veguhastinê wergirt.

Li gorî biryarê, 8ê Adarê hemû otobusên veguhastina giştî yên ku girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin in li navenda bajêr û navçeyan dê ji bo jinan bê pere be.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst