Hewlêr (Rûdaw) - Komîsyona Jinan a Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) û Komîsyona Jinan ya Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) li Amedê, bi hev re, 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî pîroz kir.
Li Teşkîlata Amedê ya PWKyê di civîneke çapemenîyê de daxuyaniya hevbeş a her du partiyan hat xwendin.
Di civîna çapemenîyê de, ji Komîsyona Jinan a HAK-PARê Vera Koyî bi Kurdî, ji Komîsyona Jinan a PWKyê Nebahat Yilmazê daxuyaniya hevbeş bi Tirkî xwend.
Ev daxuyaniya hevbeş a Komîsyona Jinan a HAK-PAR û Komîsyona Jinan ya PWKyê ye:
“Em hemû jinên ku ji bo wekhevî û azadiyê têdikoşin silav dikin.
Îro 8ê Adarê Roja Jinên Cîhanê ye. Em bi vê wesîleyê têkoşîna wekhevî û azadiyê ya 8ê Adarê ya jinên çar parçeyên Kurdistanê û jinên cîhanê bi rêzdarî û serbilindî silav dikin.
Wekî ku hûn dizanin, jinên Kurd di 20ê Hezîrana 1919an de li Stenbolê bi navê Cemiyeta Tealî ya Jinên Kurd yekem rêxistinbûn da destpêkirin.
Ev rêxistinbûn bi nasnameya jinên Kurd ên neteweyî derket pêş. Ev modela yekem a rêxistinbûnê ji bo dîroka Kurd û jinên Kurd bi qasî ku girîng e, serkeftineke serbilindî ye.
"Cemiyeta Tealî ya Jinên Kurd rêya me ronî dike”
Riya ku Cemiyeta Tealî ya Jinên Kurd bi nasnameya jin û Kurd xêz kiriye, ji me re ronahî dide, rêya me û têkoşîna me ya mafdar ronî dike.
8ê Adarê ji bo jinên cîhanê tê wateya têkoşîn û berxwedanê li dijî zayendperestiyê, ji bo bûyîna ferdekî wekhev û azad, li dijî neteweperestî, çînayetî, îstismara kedê, zexta zayendperestî û newekheviya ku zihniyeta serdest a ku di hemû qadên jiyanê de belav bûye, afirandiye.
Berevajî têgihiştina serdest a mêtînger a niştecih, di ronahiya rastiyên dîrokî yên ku hem ji belgeyên nivîskî û hem jî ji edebiyata gelêrî ya devkî hatine veguhestin, jinên Kurd, di rêveberî, burokrasî, dîplomasî, huner, edebiyat û jiyana civakî de berpirsiyariyên giran girtine ser xwe û di dîroka Kurd de cihekî taybet girtine.
“Jinên Kurd berdêlên pir giran dane”
Di hemû deman de jinên Kurd di şer û berxwedanan de di refên pêş de cih girtine, berdêlên pir giran dane û nirxên mezin afirandine.
Em bi hêz û kevneşopiya têkoşînê ya ku me ji rabirdûya xwe wergirtiye, di her qada jiyanê de rola xwe ya pêşengiyê dilîzin.
Têkoşîna me ya li dijî zihniyeta zayendperest, yekperest, her cure şidetê û newekheviyê bi biryardarî didome.
“Jinên Kurd rola pêşengiyê lîstine”
Jinên Kurd ên ku di dîroka têkoşîna Kurd de rola pêşengiyê lîstine û navê xwe bi tîpên zêrîn li dîrokê nivîsandine, ji bo avakirina paşerojeke azad û wekhev, ji bo bêdengkirina temamî ya çekan û vekirina qada siyaseta rewa û meşrû, ala têkoşînê bi serbilindî hildigirin.
Ji bo vê yekê em dibêjin ku ji bo paşerojeke azad, wekhev û adil divê di serî de hemû çek bên bêdengkirin.
Divê hemû mafên ku ji nasnameya Kurd û miletbûnê derdikevin, bi garantiyeke qanûnî bên ewlekirin, Kurdî wek Tirkî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê, hemû astengî û qedexeyên di zemîna îdarî û hiqûqî de bên rakirin.
“Divê mafên meşrû bên radestkirin”
Divê mafên meşrû û kolektîf bi garantiyeke destûrî bên radestkirin.
Wekî jinên Kurd, divê em di her qada jiyanê de bi israr bi mîsyon û berpirsiyariya neteweyî û mirovî têbikoşin.
Em axaftina Kurdî, teşwîqkirina axaftina bi zimanê dayikê bi zarokên xwe re wekî berpirsiyariyeke dîrokî dibînin.
Em ji bo qebûlkirina Kurdî wekî zimanê fermî û perwerdehiyê, her kesî vedixwînin têkoşîna hevpar.
Werin em bi nasnameya xwe ya jinên Kurd, bi nirxên têkoşîna xwe ya wekhevîxwaz, neteweyî, demokratîk û azadiyê hêz bidin hêza xwe!
Bijî têkoşîna azadî û wekheviyê ya jinên me!”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse