Li Rojavayê Kurdistanê perwerdeya hêzên ewlehiyê berdewam dike

08-03-2024
RÛDAW
Rahênana şervanan/Wêne: Ji vîdeoya Rêveberiya Xweser
Rahênana şervanan/Wêne: Ji vîdeoya Rêveberiya Xweser
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Rêveberiya Xweser Hêzên Ewlehiyê Ranênan Leşkerî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Rojavayê Kurdistanê perwerdekirin û derçûna hêzên ewlehiyê ya ji bo parastina xwecihî berdewam dikin.

Di perwerdekirina xuleke hêzên xweparastinê de 141 şervan ên ji hemû kantonên Rêveberiya Xweser der çûn.

Vê xula ku 60 rojî berdewam kir û derçûyên xulê fêrî rahênanên leşkerî û semînerên hizrî û siyasî bûn.

“Em nahêlin careke din bihûstek ji erda me bikeve destê dijmin”

Hevseroka Ofîsa Parastinê ya Rêveberiya Xweser Beyan Eliyê got,

“Ev jî erkek e ku dikeve ser milê her xor û keçeke me ya li Bakurrojhilatê Sûriyeyê dijîn.

Em jî wekî Desteya Parastinê dibêjin ji bo gelê xwe em hene û em heta ku em hene em dê gelê xwe biparêzin ji hemû êriş û qirkirinên ku îro li ser gelê me tên meşandin.

Em wan êriş û qirkirinan şermezar dikin.

Em dibêjin em dê bi hêza şervanên xwe, bi hêza erka xwe ya parastinê, bi hêza leşkerî li pêşiya van êrişan bibin asteng.

Em nahêlin careke din bihûstek ji erda me bikeve destê dijmin.

Herî dawî em dibêjin em ji bo gelê xwe hene û bila gelê me di wê baweriyê de be heta şervanên me yên HSD, YPG, YPJ û Hêzên Erka Xweparastinê hene.

Em dibêjin serkeftin a me ye û ji derveyî serkeftinê em tiştekî din qebûl nakin.”

Herwiha di xuleke Hêzên Ewlehiya Hundirîn a Rêveberiya Xweser de jî 53 endam piştî di perwerdeyeke 40 rojî der çûn.

Ev 53 endaman di 40 rojî de tevî fêrbûna rahênanên leşkerî ya ji bo qewînkirina şiyanên parastinê, fêrî girîngiya parastina ewlehî û aramiya xelkê ya li bajar û cihên sivîlan bûn.

"Em sond û peymanê nû dikin"

Rêveberekî xula derçûnê got, “Em sond û peymanê nû dikin ku li ser rêya şehîdan pêngavan biavêjin.

Rahênan bi hemû şêwazan dibin bingeha karê me.

Piştî rahênanê dê vegerin erkên xwe yên spartî bi cih bînin û rûbirûyî hemû astengî û zehmetiyan bibin.”

Di dema dawî de gelek xulên derçûna Hêzên Ewlehiya Hundurîn (Asayîş) û parastina xwecihî li çend navçeyên Rojavayê Kurdistanê hatin kirin.

Di demekê de wan hêzan karî gelek êrişên şaneyên DAIŞê û çekdarên ser bi hikûmetê ve yên li Dêrezor, Reqa û Hesekê têk bişikînin.

Herwiha karibûn bi dehan çeteyên tawankariyê û madeyên hişbir jî desteser bikin. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst