Gundekî Kobaniyê hat bombebarankirin: Gelek birîndar hene

08-02-2025
RÛDAW
Nîşan Kobanî Êrişên Dronî Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di bombebarana artêşa Tirkiyeyê de li gundê Emşe Iwênayê yê Kobaniyê herî kêm 8 kes birîndar bûn.

Droneke Tirkiyeyê îro gundê Emşe Iwênayê yê ya Kobaniyê bombebaran kir.

Li gorî nûçeya ANHAyê, di bombebaramê de 8 kes birîndar bûne.

Hat ragihandin ku birîndar rakirine Nexweşxaneya Kobaniyê.

Her wiha di nav birîndaran de 6 zarok hene ku yek jê 3 salî ye.

Navê kesê ku di bombebaranê de birîndar bûne wiha ye:

Îbrahîm Mihemed Hebeş (13), Rodî Mihemed Hebeş (12), Muslim Yasir Hebeş (13), Mihemed Yasir Hebeş (15), Eyşe Cemal Îsmaîl (28), Huda Salih Hemo (20), Îbrahîm Salih Hemo (15), Ebdullah Îsamîl Hemo (3).

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst