2 ji 5 taxên herî qerebalix li Amedê ne

08-02-2024
RÛDAW
Nîşan Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUIK) Amed Tax
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî amarên TUIKê, taxa herî qerebalix a Tirkiye û Bakurê Kurdistanê taxa Bagcilarê ya navçeya Rezana Amedê ye.

Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUIK) amarên xwe yên sala 2023yan eşkere kirin.

Li gorî amarên TUIKê, taxa Bagcilara Amedê taxa herî qerebalix e û 151 hezar û 459 kes lê dijîn.

Bagcilar bi piraniya şêniyên xwe ji bajarên Bayburt, Dêrsim, Erdexan, Gumuşhane û 804 navçeyan qerebalixtir e.

Ji 5 taxên herî qerebalix, 2 jê yên Amedê ne

3 taxên herî qerebalix ên Tirkiyeyê li Stenbolê û 2 jê jî li Ameda Bakurê Kurdistanê ne.

Taxa herî mezin a duyemîn jî taxa Adnanê ya navçeya Beylikduzuya Stenbolê ye ku 110 hezar û 619 kes lê dijîn.

Taxa sêyemîn jî, taxa Kayabaşiyê ya navçeya Başakşehîrê ye û li wir jî 108 hezar û 455 kes dijîn.

Taxa çaremîn taxa Atakentê ya navçeya Kuçukçekmeceyê ye ku 102 hezar û 743 kes lê dimînin.

Taxa 5emîn a herî mezin a Tirkiye û Bakurê Kurdistanê jî taxa Firatê ya Peyasa Amedê ye ku 91 hezar û 279 kes lê dijîn.

Herwiha hat ragihandin ku ji 20 taxên herî qerebalix, 16 jê li Stenbolê ne.

Taxa Mevlanayê ya navçeya Talasa Kayseriyê, taxa Karapurçeka navçeya Altindagê ya Enqereyê jî di nava 20 taxên qerebalix de cih girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst