Bakurê Kurdistanê: Di 11 mehên îsal de bi bihayê 3.2 milyar dolarî dexlûdan hatiye hinardekirin

07-12-2022
RÛDAW
Nîşan Bakurê Kurdistanê Dexlûdan Hinardekirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Yekîtiya Hinardekarên Genim û Beqliyatan yê Başûrê Rojhilatê Enedolê (Bakurê Kurdistanê) Celal Kadioglu ragihand ku îsal di 11 mehan de rêjeya hinardeya wan gihiştiye 3.2 milyar dolarî.

Celal Kadioglu diyar kir ku sektorên berhemên genim, fasûlî, tov û berhemên rûn di hinardeyê de rekor tomar kiriye û pêşbînî dikin ku heta dawita îsal rerkorên nû tomar bikin û asata hinardeya xwe gelek zêdetir bibe.

Kadioglu amaje bi wê yekê da ku hinaredeya yekitiya wan roj bi roj zêde dibe û got: “Hinaredeya dexlûdan, beqliyat, tov û berhemên rûn li Başûrê Rojhilatê Tirkiyê (Bakurê Kurdistanê) di 11 mehên îsal de gihiştiye 3.2 milyar dolarî û li gor heman serdema sala borî bi rêjeya ji sedî 23 zêde bûye.”

Serokê Yekîtiya Hinardekarên Genim û Beqliyatan yê Başûrê Rojhilatê Enedolê (Bakurê Kurdistanê) ragihand di 11 mehên îsal de li ser asta Tirkiyê, li gor heman serdema sala 2021, rêjeya  hinardekirina vê kertê bi rêjeya ji sedî 26.5 geşe kiriye û asta hinardeya wê jî bi bihayê 10.3 milyar dolar bûye. Herwiha diyar kir ku tê pêşbînî kirin heta dawiya îsal ew hejmar bigihe 12 milyar dolar.

Celal Kadioglu herî dawî got ku ew pêşbînî dikin sala 2023an jî asta  hinardeya kerta dexlûdan û beqliyatan bigihe zêdeyî 13.7 milyar dolarî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst