Li Dêrsimê ajel di bin navê nêçîrvaniyê de tên kuştin

07-12-2021
RÛDAW
Nîşan Dêrsim Pezkovî Nêçîr DEDEF
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê, nêçîrvanên ji derveyî bajêr hatine nêçîra ajelan dikin û xelk nerazîbûnan nîşan didin.

Li navçeya Mazgêrdê ya Dêrsimê, nêçîra ajelan rastî nerazîbûna xelkê tê. Nêçîrvanên ji derveyî Dêrsîmê hatine bajêr li bejahiya gundên Sorek, Koterîç û Dirban li Geliyê În ser bi navçeya Mazgêrdê, nêçîra ajelan dikin. Li gor çavkaniyên herêmî grûpa ji bo nêçîrê hatine bajêr li mala mamosteyan a Dêrsîmê hatine bicîhkirin.

Hat zanîn di nav kesên hatine Dêrsimê de, kesekî welatiyê Îspanyayê jî heye.

Federasyona Komeleyên Dêrsimê (DEDEF) li ser hesabê xwe yê sosyal medyayê daxuyaniyek belav kir û got, “Li Dêrsîmê demsala kuştinan dest pê dike. Komeke nêçîrvanan ku çavê wan sor bûye hatine Dêrsimê. Demildest axa me bicî bihêlin. Dest navêjin jiyana jiyandarên ku ji ber dagîrkirina mirovan qadên wan ên jiyanê teng bûne. Em biryara kuştina ajelên bêtawan (mehsûm) red dikin. Ev ajelên nifşê wan namîne, ne milkê bavên we ne. Her ku dile we bixwaze hûn nikarin bi îhaleyan wan bikujin, nêçîrvanî ne werzîş e, kuştine.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst