Li Başûrê Kurdistanê leşkerek hat kuştin

07-08-2024
Nîşan Leşker Tirkiye Kuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Başûrê Kurdistanê leşkerekî Tirkiyeyê hat kuştin.

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ragihand ku li Başûrê Kurdistanê leşkerekî wan hatiye kuştin.

Li gorî daxuyaniya Wezaretê, ew leşker îro hatiye kuştin û navê wî Habîp Murat Alp e.

Wezaretê da zanîn ku Habîp Murat Alp di çalakiyeke gerîlayan de hatiye kuştin û wekî din ti agahî nedan.

“Operasyona Pence-Kilîdê”

Artêşa Tirkiyeyê 17ê Nîsana 2022yan li deverên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Başûrê Kurdistanê bi hinceta gerîlayên PKKyê dest bi êrişeke bi navê “Operasyona Pence-Kilîdê” kir û ew êriş heta niha jî berdewam dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst