Îsraîlê êrişî kampê kir: Herî kêm 70 kuştî

25-12-2023
Nîşan Xeze Îsraîl Êriş Kuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) -  Artêşa Îsraîlê li Xezeyê êrişî Kampa El-Mexaziyê ya ku sivîl lê dimînin kir.

Di êrişa Îsraîlê de malên sivîlan en li kampê hatin bombebarankirin û herî kêm 70 kes hatin kuştin.

Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê Eşref el-Kudra got, “Hêzên Îsraîlê li Kampa El-Mexaziyê ya Penaberan, li cihekî ku nifûs zêde ye komkujî kir."

Kudra da zanîn ku di vê êrişê de herî kêm 70 kes hatine kuştin û ji ber ku li wê kampê gelek malbat hene egera zêdebûna hejmara kuştiyan heye.

Li aliyên din, li gorî çavkaniyên xwecihî, hejmara Filistîniyên ku li Xezeyê di êrişên Îsraîlê de hatine kuştin derket 20 hezar û 258an.

Di êrişên Hemasê de jî heta nihan 485 leşkerên Îsraîlê hatine kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst