Li gundên Amedê xwedîkirina kurmên hewrîşmê zêde bûye

07-06-2023
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Kurmên Hevrîşmê Amd Pasûr
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Li her gundekî navçeya Pasûra Amedê kurmikên hevrîşmê têne xwedîkirin. Xwedîkirina kurmikan bi sedan sal in ku li dehan gundên vê navçeyê weke pîşeyek berdewam dike.

Medenî Kiliç ev 40 sal in kurmikên hevrîşmê xwedî  îsal 60 hezar kurmikan xwedî dike. Di nava 40 rojan de ev kurmik dibin qoze û ji van qozeyan tayên çîtê hevrîşmê têne çêkirin.

Hilberînerê hevrîşmê Medenî Kiliç got “Dê û bav û kalên me tev bi vî kurmî îdareya xwe kiribûn. Emele tune ne, karker tunin ku vî karî bikin. Ên ku li gund in jî tev pîr in. Pîr jî nikarin herin ser darên tûyan. Tenê pelê tûyan dixwe.”

Karê xwedîkirina kurmîn hevrîşmê jin û mêr bi hev re dikin. Li her gundekî Pasûrê 5-6 malbat debara xwe ji vî karî dikin. Kîloya qozeyên hevrîşmê îsal bi 400 lîreyê tirk ango 39 dolaran tê firotin. Di nava 40 rojan de her malbatek herî kêm 4000 hezar dolar qezenç dike.

Hilberînera hevrîşmê Nafiye Kiliç dibêje “Min bi xezûrê xwe re, bi xesûya xwe re vî karî kir. Wextê ez qîz bûm min bi bavê xwe re dikir. Niha em debara xwe pê dikin. Cihê me teng e. Ger cihê me fireh bûya, me dê 4-5 pakêt heta 7 pakêtan xwedî bikira.”

Piştî salên 2000'î gundên ku hatibûn şewitandin û valakirin ji nû ve dest bi vegerê kirin. Dewlet ji bo ku li Pasûrê karê hevrîşmê ji nû ve zindî bike, li hin gundan bêberamber cihên xwedîkirina kurmikan çêkiriye.

Hilberînerê hevrîşmê Metîn Kiliç anî ziman “Vê derê dewletê bi îmkanên xwe ji me re alîkarî kir û çêkir. Me jî cih da wan. Dewletê evder ji me re çêkir. Tiştekî baş e. Bi xebata mehekî dahateke baş em bi dest dixin. Ji gund re pir baş e.”

Muxtarê Gundê Kuyê Muacet Korkmaz diyar kir “Çil rojan emrê wê heye. Ji bo vî çil rojî mirov pir diwestin. Niha kîloya wê 400 TL diyar kirine. Ya rastî divê kîloya wê 800 TL bûya. Ger dewlet îmkanên baştir bide gundiyan dê ev kar baştir bê kirin.”

Piştî ku kurmikan tora xwe hunand û qoze çêkir, ev qoze piştî 15 rojan ji atolyeyan re têne şandin û li vir dibin ta. Tayên hevrîşmê jî dişînin derveyî welat û li karxaneyên mezin têne dirûtin û jê cil û bergên hevrîşmî têne çêkirin.

Li navçeya Pasûrê salane 60 ton hevrîşim tê hilberandin û ev navçe li bajarên kurdan û Tirkiyeyê navenda sereke ya hevrîşmê ye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst