Sîrwan Barzanî: Pêşmerge êrîş têk şikandin!

07-05-2022
RÛDAW
Nîşan Hêza Pêşmerge Mexmûr Çekdarê DAIŞê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Hêza Pêşmerge ya Eniya Gwêrê Sîrwan Barzanî ragihand ku êrîşa çekdarên DAIŞê ya li herêma Çiyayê Qereçûxê hatiye têkşikandin.

Duh Înê danê êvarê komeke çekdarên DAIŞê li herêma Çiyayê Qereçûx a Mexmûrê êrîş birin ser çeperên Hêza Pêşmerge.

Sîrwan Barzanî ji Rûdawê re ragihand, êrişa ku di derdora saet 23:30an de hatiye encamdan, hatiye bersivandin û çekdarên DAIŞê piştî şer û pevçûnên 20 xulekan ji aliyê Hêza Pêşmerge ve paş de hatine vekişandin.

Di êrîşa li Mexmûrê de Pêşmergeyek bi sivikî birîndar bû. Wezareta Pêşmerge ragihand ku rewşa Pêşmergeyê birîndar baş e.

Li aliyê din duh danê êvarê çekdarên DAIŞê li nêzî navçeya Pirdê ya Kerkûkê, gule li çeperên Hêza Pêşmerge reşandin.

Di daxuyaniya Wezareta Pêşmerge de hat ragihandin, di derdora saet 20:10an de êrîşa çekdarên DAIŞê hatiye têkşikandin û çekdarên DAIŞê reviyane.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst