PDK li Mexmûrê bû partiya yekem

18-12-2023
RÛDAW
Nîşan Mexmûr PDK YNK Hilbijartinên Encûmenên Parêzgehan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di hilbijartinên encumenên navçeya Mexmûrê de, Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) piraniya dengan bidest xist.

Herwiha Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) jî li Mexmûrê bû duyem.

Nûçegihana Rûdawê Peyam Serbestê got, “Li navenda Mexmûrê 5 navendên dengdanê hebûn.

Li gorî encamên destpêkê yên ne fermî Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) 2 hezar û 101 deng bi dest xistiye.

Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) jî 915 deng bi dest xistin.

Li bajarê Kerecê PDKyê 2 hezar û 100 deng û YNKyê jî 280 deng bidest xistin.”

Berpirsê Rêxistina Mexmûrê ya PDKyê Kirekar Şakir vê serkeftinê bi alîgirên partiyê re pîroz kir.

Kirekar Şakir bi rêya Rûdawê spasiya xelkê herêmê kir.

“Kurdan nîşan da ku Mexmûr Kurd e”

Şakir anî ziman ku wan serkeftineke mezin bi dest xistine û wiha pê de çû, “

PDK di hemû hilbijartinên Mexmûrê de bê rikaber e. Em spasiya birayên xwe yên Ereb jî dikin ku li Kerecê deng dane me.

Me ji bo birayên xwe yên Ereb ên Mexmûrê jî xizmet kir. Kurdan nîşan da ku Mexmûr Kurd e û girêdayî Hewlêrê ye.

Rêvebera Rêxistina 23yan a PDKyê Nerîman Mele Ezîz jî diyar kir ku li Mexmûr, Kerec û Gwêrê dengdan bi awayekî herî azad û demokratîk derbas bû.

Nerîman Mele Ezîz ji Rûdawê re axivî û got, “Piştgiriya birayên Ereb pir girîng e.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst