Cotkarên Rojavayê Kurdistanê ji ber hişkesaliyê dinalin

07-05-2021
RÛDAW
Di van zeviyên ku gelek xercî lê hatine kirin, ti hêvî nemaye ku bên çinîn
Di van zeviyên ku gelek xercî lê hatine kirin, ti hêvî nemaye ku bên çinîn
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Hişkesalî Cotkar Çandînî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Rojavayê Kurdistanê ku piraniya xelkê wê, pişta xwe bi berhemên çandîniyê ve girê didin, hişkesaliyeke dijwar derbas dibe, li nava van zeviyên gundewarê Qamişlo ku di salên borî de genim û ceh ta nîvê laşê miron dirêj dibû, îsal bûne beyare û hêvî cotkarek dibêje, musima wan tune ye û ziyana wan gelek e

Ebdulsemed Sima'îl, cotkar, dibêje, “Derase nikarin biçin nav û dê hemû bibe ax. Musim nayê û yan bi deyn e… erd dê beyar bimîne. Xelk hemû di bin deynan de mane.”

Xwedanên patozan ku di dirêjahiya salê li benda demsala çinînê ne, bê hêvî bûne û bi gotina wan, gelek amadekaî hatine kirin, lê ti berhemên berçav nîne, cotkar neçarin musumên xwe bidin pez.

Elî Mihemed Elî, Xwedanê Patozê, dibêje, “Musîm tune ye, dibe hinek perçe bên çandin. Drase diçin xetek-du xet lê dixin, tiştek jê nayê û xelk vedigere.”

Li hember nebûna musimê, desteya çandniya rêveberiya xweser, bi destnîşankirina nirxê madeyan ve mijûle, hevserokê wê ji Rûdaw re got, ew hewl didin nirxekî diyar bikin da ku ziyana cotkaran bê qerebokirin.

Selman Barûdo, Hevserokê Desteya Aborî û Çandiniyê, dibêje, “Ji bo nirx jî wek her sal, hemû rêvebriyên me li hemû herêman civînan çêdikin. Ew civîn ji bo ku bikarin nêrînan werbigirin derbarê nirx de û wan digihînin me û em jî nirxekî diyar dikin ku teda li cotkaran nebe. Em dê hemû hewlên xwe bidin ku nekevin ti krîzekê.”

Di van zeviyên ku gelek xercî lê hatine kirin, ti hêvî nemaye ku bê çinîn, cotkarên ziyandîtî, daxwaza qerebokirinê dikin, bi taybet beşek ji cotkarên Rojavayê Kurdistanê, qerzdarin û ti dahatên wan ji bilî çandniyê tune ye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst