Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Sûrê ya Amedê jineke 54 salî ji sûrên dîrokî ket û mir.
Li navçeya Sûrê ya parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê jineke bi navê Kadriye Yildizê (54) çû ser Sûrên Dîrokî yên Amedê lê lingê wê şemitî û ew ket.
Li gorî zanyariyan Kadriye Yildiza 54 salî bi komeke geştyariyê re ji parêzgeha Sêwazê çûbû Amedê.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û wan jina 54 salî bir Nexweşxaneya Fakulteya Bijîşkî ya Zanîngeha Dîcleyê.
Tevî hewldanên bijîşkan jî ew li nexweşxaneyê mir.
29ê Çiriya Pêşîn jî keçeke 12 salî ya bi navê Zeynep Nursîma Tumenê ku bi malbata xwe re ji Wanê çûbû Amedê, bi heman awayî ji sûran ketibû û miribû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse