Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Şemzînanê ya parêzgeha Colemêrgê dikaneke berhemên xwemalî heye.
Haşim Geylan piştî temamkirina xwendina xwe ya li Stenbolê vegeriya welêt û bi armanca piştgiriya keda jinan cihek vekir.
Jinên navçeyê berhemên xwe yên xwemalî ku bi destê xwe li malê amade dikin û dibin dikanê.
Geylan jî li dikana xwe wan berheman rasterast digihîne ber destê kiryaran.
Xwediyê dikanê Haşim Geylan li ser karê xwe got:
“Ev hizir bi rastî piştî ku min li Stenbolê xwendina xwe xilas kir û ez hatim welêt hat hişê min.
Min got gelo çi karî bikim? Bi rastî li ser beşa xwe werzişê min çend proje amade kirin lê projeyên min bi ser neketin.
Piştre min got berhemên xwemalî û gundan bi taybetî yên keda jinan pêwîstiyeke baş e, hem ji bo paşerojê jî. Ev hizir bi vî awayî derket.”
“Tiştên vê derê hemû orjînal in”
Bi taybetî pincar û giyayên biharê yên ku jinên Şemzînanê bi destên xwe ji çiyayan berhev dikin û hişk dikin refên dikanê dixemilînin.
Berê etar û çerçiyan bi erzanî berhemên xwemalî ji jinên navçeyê dikirîn.
Geylan diyar kir ku ew keda jinan li ber çavan digire û berheman bi bihayekî baş ji wan dikire.
Xwediyê dikanê Haşim Geylan her wiha anî ziman:
“Jinên me bi rastî çeleng in û dixwazin kar bikin lê dixwazin ev karê wan bibe pereyek.
Dibêjin bazar li kû ye û em dê wan çawa bikin pere?
Bi rastî di vî warî de ez ji wan re bûm derman û ez gelekî kêfxweş im.”
Berhemên dikanê ji sedî sed xwezayî ne û ji ber wê daxwaz li ser wan zêde ne.
Şêniyekî Şemzînanê jî anî ziman:
“Tiştên vê derê hemû orjînal in. Jinan hemû ji zozanan berhev kirine.
Penîr e, giya ye, ev tişt hemû orjînal in. Tiştekî ku ji bo mirov zerer be nîne.
Ti derman tê de nînin û xwezayî ne. Tiştên xwezayî ne.”
Li ser medyaya civakî jî bazara Geylan heye û sîparîşan dişîne gelek deverên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê.
Tevî ku li welatên derve û Ewropayê jî gelek daxwaz li ser berhemên dikana wî hene jî lê ji ber xerciya zêde ya şandina berheman, wî sînordar kiriye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse