Ji hilbijartina dersa Kurdî re tenê 5 roj man: Kurdî hilbijêre

07-02-2024
Zozan Çetîn
Li Bakurê Kurdistanê pêvajoya dersên bijarte yên Kurdî berdewam dike
Li Bakurê Kurdistanê pêvajoya dersên bijarte yên Kurdî berdewam dike
Nîşan Dersa Kurdî Zimanê Kurdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji bo dersên bijarte tenê 5 roj mane.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê serlêdana hilbijartina dersên bijarte yên ku di sala perwerdeyê ya 2024-2025an de li dibistanên amadeyî bên dayîn 30ê Kanûna Paşînê de dest pê kir.

Ev pêvajo dê heta heta 12ê Sibatê berdewam bike.

Di vê demê de xwendekarên polên 4-5-6-7 dikarin dersên Kurdî hilbijêrin.

Mamosteyên Kurdî û çalakvanên Kurd bangî malbatan dikin ku ji bo zarokên xew dersên zaravayên Kurmancî û Kirmanckî (Zazakî) yên Kurdî hilbijêrin.

Serokê Komeleya Hezkurdê Suphî Ozgen derbarê vê mijêrê de dîmenek ji Rûdawê re şand û ji xwendekaran û malbatan xwest ku dersa Kurdî hilbijêrin.

“Hûn dikarin li ser kompîterê jî dersa Kurdî hilbijêrin”

Serokê Komeleya Hezkurdê Suphî Ozgen di peyama xwe de got:

“Kurdên ezîz. Li dibistanên navîn mafê dersa zimanê Kurdî jî heye. Dersa Kurmancî û dersa Zazakî em dikarin hilbijêrin.

Heta 12ê Sibatê hûn dikarin herin forma tije bikin û dersên Kurdî hilbijêrin.

An hûn dikarin li ser kompîterê li ser înternetê jî bijêrin. Mafê dersa Kurdî heye. Kurdî hilbijêre.”

Berdevkê Însiyatîfa Mamosteyên Kurdî Emîn Ay jî ji Rûdawê re axivî.

Li Mêrdînê 8 mamosteyên Kurdî hene

Kurdî Emîn Ay  derbarê parêzgeha Mêrdînê de hinek agahîn dan û got:

“Li parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê niha li du dibistanan wek dersa bijarde dersa Kurdî tê xwendin.

Li dibistanekê 460 xwendekar û li dibistana din jî zêdeyî 200 xwendekar hene. Li çendîn navçe û bajarokên wê jî dersa Kurdî tê dayîn.

Li Qoserê 3 mamosta, Nisêbînê 2 mamosta, li navenda Mêrdînê 2 mamosta û li bajarokê Ewêna mamosteyek heye.”

Emîn Ay bi rêya Rûdawê ji malbatan û xwendekaran xwest ku dersa Kurdî hilbijêrin da ku mamostayên Kurdî jî bên damezrandin.

Ji bo pola dersa Kurdî vebibe herî kêm 10 xwendekar pêwîst in

Emîn Ay herwiha got:

“Dayîk û bavên hêja. Wek hûn dizanîn pêvajoya dersên hilbijartî dest pê kiriye û heta 12ê Sibatê jî berdewam dike.

Heta vê demê hûn dikarin herin dibistanên ku zarokên we lê dixwînin wê formê bistînin û dersa Kurmancî yan Zazakî hilbijêrin û dîsan bidin rêveberiya dibistanê.

Bi vî awayî dema ku di polekî de 10 xwendekar çêbibin, ji bo dersa Kurmancî yan Zazakî pol vedibe û zarokên we dê karibin wê dersê bibînin.

Ev dersên ku hûnê hilbijêrin ji bo sala bê dê bên dayîn û bi vî awayî zarokên we dê hînî Kurdî bibin, hînî xwendinê bibin û sala bê dê Kurmancî yan Zazakî bixwînin.”

Li gorî bernameya Wezareta Perwerdê ya Tirkiyeyê, li dibistanan eger bo her polekê 10 xwendekar dersên bijarte yên Kurdî bixwazin, mamostayekî Kurdî ji bo wan tê erkdarkirin.

Lê eger negihe wê hejmarê, ew ders nayê dayîn.

23 hezar xwendekarên dersa Kurdî hene

Li gor amarên ji aliyê Wezîrê Perwrdê yê Tirkiyeyê Yusuf Tekîn ve hatine belavkirin, di sala perwerdeyê ya 2023-2024an de, 20 hezar û 379 xwendekaran dersa Kurmancî û 2 hezar û 607 kesan jî dersa Zazakî ango bi giştî 23 hezar xwendekaran dersa Kurdî hilbijartine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst