Li Mûşê koremişkan zeviyên çandiniyê dagir kirine

07-01-2024
RÛDAW
Nîşan Deşta Mûşê Koremişk
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Deşta Mûşê bi çandiniya xwe navdar e lê îsal koremişk ketine nav zeviyên cotkaran û koremişkan zerar û ziyaneke zêde gihandiye çandiniyê.

Cotkar dibêjin îsal koremişkan ji sedî 75ê çandiniya wan xwariye.

Li parêzgeha Mûşê ya Bakurê Kurdistanê dahata piraniya xelkê li ser çandiniyê ye.

Her payîz li ser rûberê bi hezaran donim zevî genim, ce û gelek berhemên din tên çandin.

Lê îsal koremişk ketine nav zeviyan û zerareke zêde gihandiye çandiniyê.

Welatî bi derfetên xwe derman li zeviyan direşînin lê nikarin rê li ber xirapkariyên wan mişkan bigirin.

Serokê Odeya Bazirganiyê ya Mûşê Hakim Yildirim diyar kir ku ew cird tov û kokên berhemên hatine çandin dixwin.

Yildirim daxwaz dike ku Wezareta Çandiniyê ya Tirkiyeyê alîkariya cotkaran bike û derman ji wan re bişîne.

Cotkarek jî dibêje, ji sedî 75ê zeviyên wan zerar dîtiye û zeviyên wan ji aliyê koremişkan ve hatine dagirkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst