Li Rojavayê Kurdistanê drona Tirkiyeyê hatibû xistin: Wezaretê daxuyanî da

06-10-2023
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Drone Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê li ser drona Tirkiyeyê ku li Rojavayê Kurdistanê hat xistin daxuyaniyek da.

Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê li ser xistina dronê got:

“Bûyera navborî bi ti awayî bandor li pêkanîna operasyona ku berdewam dike û lêxistina hedefên tên tesbîtkirin nekiriye.”

Piştî êrişa 1ê Çiriya Pêşîn a 2023yan a li Enqereyê, ji aliyê artêşa Tirkiyeyê û Saziya Îstixbaratê ve li dijî hedefên PKK û YPGyê yên li Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê operasyonên hewayî yên berfireh hatin destpêkirin. 

Herwiha wezaretê li ser xistina drona Tirkiyeyê jî wiha got:

“Di operasyonê de ji ber nirxandinên teknîkî yên cuda di mekanîzmaya kêmkirina rageşiyê ya ku bi aliyên sêyemîn re tê meşandin de dronek hatiye windakirin.

Ji bo ku mekanîzmaya bê pevçûn bi aliyên peywendîdar re bibandortir bixebite, tedbîrên pêwîst tên wergirtin.

Bûyera navborî bi ti awayî bandor li pêkanîna operasyona ku (li hemberî PKK/YPG) berdewam dike û lêxistina hedefên tên tespîtkirin nekiriye.”

Çi bûbû?

Li Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê piştî ku bombebaranên Tirkiyeyê zêdetir bûn îro droneke Tirkiyeyê hat xistin lê Tirkiyeyê berê ragihandibû ku dron ne ya wan e.

Du berpirsên Amerîkî yên ku nexwest navên wan were eşkerekirin ji Reutersê re ragihandibûn ku li Rojavayê Kurdistanê drona Tirkiyeyê ji aliyê F-16ên Amerîkayê ve hatiye xistin.

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) Patrick Ryder ragihand:

“Fermandarên Amerîkî rewş weke metirsiyekê nirxandin. Ew 500 metreyî nêzîkî cihê ku hêzên Amerîkayê lê bi cih bûne, hat.”

Piştî bûyerê Wezîrê Parastina yê Tirkiyeyê Yaşar Guler û Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Lloyd James Austin bi telefonê axivîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst