Rêxistina Amedê ya HDPê biryara kongreya awarte da

06-09-2021
Nîşan HDP Kongereya Awarte Amed
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Komîsyona Kongereyê ya Rêxistina Amedê ya  Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ragihand ku ew dê di nava du mehan de kongereya xwe ya awarte saz bikin.

Rêxistina Amedê ya  HDPê biryara kongreya  awarte da. Endamên Komîsyona Kongreyê ya  Rêxistina Amedê ya HDPê   derbarê wê biryara kongreyê li avahiya partiyê daxuyaniyek dan. 

Destpêkê Hevserokê HDPê yê Amedê Zeyyat Ceylan axivî û amaje bi wê kir ku ji dema ku wî weke hevserokê partiyê yê Amedê  dest bi kar kiriye zext û guvaşeke zêde li ser Kurdan û partiya wan tê meşandin, lê tekez kir ku  ew dê di her şert û mercekê de, têkoşîna xwe berdewam bikin û got: “Me biryara kongreyê  ji bo  beşdarbûneke xurttir  a pêvajoya nû  daye.”

Piştî axaftina Ceylan, Berdevkên Komîsyona Kongreyê Sedat Batur û Nevriye Çur jî,  bi zimanên  Kurdî û Tirkî daxuyaniyek dan. 

Nevriye Çur di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku desthilata Tirkiyê dixwaze bi binçavkirin û girtinan gel û civakê biçewsîne û got: “Gelê me li hemberî polîtîkayên qirêj ên ku tifaqa AKP-MHPê li hundir û derveyî welat dimeşîne, li dora partiya xwe HDPê dibe xelek û hêza partiya xwe xurtir dike.”

Çur herwiha di daxuyaniya xwe de ameje bi wê jî da ku ew dê di nava du mehan de kongreya xwe ya awarte saz bikin û got: “Em bang li hemû gelê xwe yê Amedê dikin ku bi vîn û biryardarî, bi hest û hêza xwe ya neteweyî bi piştgirî û piştevaniyeke dîrokî li dora partiya xwe bibe xelek û têkoşîna azadî û demokresiyê bilindtir bike.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst