Fransa: Biryara Nêçîrvan Barzanî gaveke bingehîn û girîng e

06-08-2023
Nîşan Hilbijartin Parlamentoya Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Balyozxaneya Fransayê ya Îraqê, li ser biryara Nêçirvan Barzanî ya diyarkirina roja hilbijartinan got ku “Ev gaveke bingehîn û girîng e.”

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab, 3ê Tebaxê ragihand ku dê hilbijartinên Herêma Kurdistanê 25ê Sibata 2024an bêne kirin.

Diyarkirina roja hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê, ji aliyên gelek rayedarên welatên cîhanê ve bi dilxweşî hate pêşwazîkirin.

“Gaveke bingehîn û girîng e”

Balyozxaneya Fransayê ya Îraqê jî biryara Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî weke gaveke “bingehîn û girîng” nirxand û got:

“Biryara Serokê Herêma Kurdistanê ya diyarkirina roja hilbijartinên Parlamentoyê gaveke bingehîn û girîng e.”

Balyozxaneya Fransayê ya Îraqê amaje pê kir ku “ ji bo pêvajoyeke hilbijartinê ya li gorî pîvanên navneteweyî bi rê ve here” divê hemû partiyên siyasî û aliyên pêwendîdar bi hev re bixebitin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst