ÎDIR - Li şikefta xwê merasima zewaca bi komî

07-07-2019
RÛDAW
Nîşan Îdir Qulp Zewac Festîval
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di çarçoveya "Festîvala Çandê ya Ji Xeribiyê Heta Welat" a ku li navçeya Qulpê ya Îdira Bakurê Kurdistanê hat sazkirin de li şikefta xwê zewaca 17 kesan hat kirin.


Ji bo festîvalê ku ji aliyê Şaredariya Qulpê ve cara sêyemîn tê sazkirin gelek geştyarên navxwe û dervayî Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê serdana navçeyê kirin.




Mêvanan li standên xwarinên herêmî yên ku li Qada Komarî ya navçeyê hat danîn xwarinên herêmî xwarin.


Beşdarvan pişt re bi endamên protokolê re heta çiyayê xwê yê ku sembola navçeyê ye meşiyan.


Li şikefta di bin çiyê de Şaredarê Qulpê Ahmet Saît Sadrettîn Turkan mehra 17 cotan birî.




Turkan di axaftina xwe ya wir de got: "Em niha biqasî 2 kîlometre bin kûrahiya erdê de û dîsa biqasî hezar û 200 metre bilindahiyê bin çiyê de di nav şikeftên xwê de ne. Ev çiyayê xwê yê ku çendî milyon salan çêbû piraniya hewcehiya xwê ya herêma me pêk tîne.Em ji bo ku vê çiyayê xwê bidin nasîn di çarçoveya festîvalê de merasîmên mehrbirînê yên komî û çalakiyên cuda dikin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst