Li Îdirê pevçûna çekdarî: 2 kuştî û 2 birîndar

02-03-2025
RÛDAW
Nîşan Îdir Qulp Pevçûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Îdirê ya Bakurê Kurdistanê di pevçûna çekdarî ya navbera du malbatan de 2 kes hatin kuştin û 2 kes jî birîndar bûn.

Li Îdirê malbatên Kalkan û Baktemur ên ku dijminatiya wan hebû li navenda bajêr rastî hev hatin û di navbera wan de nîqaşeke bi devkî çêbû.

Paşê ew li gundê Şemskiyê yê Qulpê rastî hev hatin û di navbera wan de pevçûna çekdarî qewimî.

Li ser agahdariyê cendirme û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Osman Kalkan û Çetîn Kalkan ên ku bi çekan gule berdane wan, li cihê bûyerê canê xwe ji dest da.

Her wiha 2 kes jî birîndar bûn.

Tîmên tenduristiyê birîndarên bi ambulansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Qulpê.

Hat zanîn ku rewşa her du birîndaran jî baş e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst