Derbarê Şaredarê Tetwanê lêpirsîn hat destpêkirin

06-06-2024
RÛDAW
Nîşan Hevserokê Şaredariya Tetwanê Mumîn Erol
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bi hinceta ku heqaret li Erdogan kiriye derbarê Hevserokê Şaredariya Tetwanê Mumîn Erol lêpirsîn hat destpêkirin.

Li ser medyaya civakî duh dîmenek hat belavkirin  ku Hevserokê Şaredariya Tetwanê Mumîn Erol wêneyê Serokkomarê  Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ji dîwarê odeya şaredariyê dadixîne.

Li ser vê yekê Serdozgeriya Komarî ya Tetwanê bi tohmeta heqaret li Erdogan hatiye kirin lêpirsîn da destpêkirin.

Ev yek piştî wê hat ku Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê qeyûm daniye ser Şaredariya Colemêrgê.

Hevserokê Şaredariya Colemêrgê Mehmet Sidik li Dadgeha 1emîn a Cezayê Giran a Colemêrgê hat darizandin.

Dadgehê biryara xwe eşkere kir û 19 sal û 6 meh cezayê girtîgehê da Mehmet Siddik Akiş.

Recep Tayyîp Erdogan jî duh got ku danîna qeyûm a ser Şaredariya Colemêrgê gava yekem a “hiqûqê” bû û dê gavên din jî berdewam bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst