Hevşaredarê Tetwanê ji ber wêneyê Erdogan îfade da

10-06-2024
RÛDAW
Nîşan Hevşaredarê Tetwanê Mumîn Erol Wêne Erdogan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevşaredarê Tetwanê Mumîn Erol ji ber ku wêneyê Serokkomarê Tirkiyyê Recep Tayyîp Erdogan ê di odeya xwe de daxistiye îfade da.

Hevşaredarê DEM Partiyê yê navçeya Tetwanê ya Belîsê Mumîn Erol wêneyê Sorkkomarê Tirkiye û Serokê Giştî yê AK Partiyê yê di odeya xwe de daxistibû.

Li ser vê yekê derbarê wî bi îdiaya “heqaret li Serokkomar kiriye” lêpirsîn hatibû destpêkirin.

Mumîn Erol îro li Edliyeya Tetwanê îfade da.

Şaredarê Tetwanê Mumîn Erol piştî ku ji edliyeyê derket, nerazîbûna xwe li hemberî  lêpirsîna ku hatibû destpêkirin nîşan da.

Ji bilî Hevseroka Tetwanê Belkiza Beştaş Epozdemîrê û gelek endam û alîgirên DEM Partiyê ji bo piştevaniyê li gel Mumîn Erol bûn.

“Divê her kes rêzê li hiqûq û demokrasiyê bigire”

Erol diyar kir ku tişta hatiye kirin hewldana ji bo danîna qeyûm a ser Şaredariya Tetwanê ye û wiha got:

“Em hewldanên we yên ji bo tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Tetwanê dibînin û dizanin.

Di qanûnê de nehatiya gotin ku divê ez wêneyê serokê partiyeke siyasî ya hevrikê xwe li odeya xwe bihêlim.

Hevserokên ku divê îro di xizmeta gelê Tetwanê de bin ji ber niyeta we ya xeyalî, antîdemokratîk, dij hiqûqî neçar dimînin ku li dadgehan îfade bidin.

Dema hûn qeyûm tayîn bikin li şaredariyan hûn dê tiştekî baş bikin? Divê kes ji bîr neke ku qanûn ji her kesî re pêwîst e.

Divê kes ji bîr neke ku ev hewl xeternak e û di dawiyê de dê dewletê hilweşîne.

Divê her kes rêzê li hiqûq û demokrasiyê bigire.”

Şaredariyên CHPyî û MHPyî jî wêneyên Erdagan anîne xwarê

Mumîn Erol herwiha da zanîn ku pêştir şaredariyên CHPyî û MHPyî jî wêneyên Erdagan anîne xwarê û wiha domand:

“Me wêneyên serokê giştî yê partiya xwe jî ne daliqandiye. Dema ku min wêne aniye xwarê ti gotinên biçûkxistinê bi kar neanî.

Em baş dizanin ku armanca we tenê ew e ku hûn qeyûm tayîn bikin.

Lê tevî her tiştî jî em dê ji hiqûqê dernekevin û tevî we em dê ti sûcan nekin.

Em dê xizmeta gelê Tetwanê bikin.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst