Jîngeha Parka Neteweyî ya Munzurê hat paqijkirin

06-06-2024
RÛDAW
Nîşan Dêrsim Parka Munzurê Paqijî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Parka Neteweyî ya Munzura bajarê Dêrsimê  beşdariya 300 kesî jîngeh hat paqijkirin

Li Parka Neteweyî ya Munzurê di çarçoveya "Roja Jîngehê ya Cîhanê" de bi beşdariya 300 kesî ji jîngehê gileş hatin komkirin.

Ji navenda bajêr 300 kes bi otomobîlan çûn devere Miskîsaxê ya parka neteweyî.

Piştî amadekariyan beşdar bi ser koman dabeş bûn û dest bi komkirina kîsik, lastîk, kaxiz û şûşeyan kirin.

Bermayikên ku xistin nava kîsan de ji aliyê ekîbên şaredariyê ve hatin hildan.

Parêzgarê Dêrsimê Bulent Tekbiyikoglu piştî çalakiyê anî ziman ku Parka Neteweyî ya Munzurê bi bedewiyên xwe hêjayî dîtinê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst