Rêveberiya Herêma Cizîrê nirxê elektrîkê buha kir

06-06-2023
RÛDAW
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Rêveberiya Herêma Cizîrê Elektrîk Buhabûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Xwecehî ya Herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê nirxê her ampêreke elektrîka jeneratoran kir 9 hezar Lîreyên Sûrî.

Li gor wê biryara Rêveberiya Xwecehî ya Herêma Cizîrê dê jenerator di rojê de 8 demjimêran Elektrîkê bidin.

Cîgirê Hevserokê Desteya Rêveberiya Xwecehî Xesan Abid got ku wan piştî lêkolînê ew biryar dane.

Rêveberiya Xwecehî ya Herêma Cizîrê  wiha ye “Ampêreke jeneratorên 8 demjimêran bi 9 hezar Lirêyê Sûrî, jeneratorên 9 demjimêrî bi 10 hezar û 250 Lîreyê Sûrî, jeneratorên 10 demjimêrî bi 11 hezar û 500 Lîreyê Sûrî ne.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst