Mezlûm Ebdî: Em bi yekîtî û serweriya axa Sûriyeyê re ne

15 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Mezlûm Ebdî Sûriye Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD)
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Mezlûm Ebdî ragihand ku ew li dijî hemû cihêkariyan in ku gefê li yekîtiya Sûriyeyê dixwin.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî di daxuyaniyeke xwe de ji Ajansa France-Pressê re ragihand, “Em bi yekîtî û serweriya axa Sûriyeyê re ne.”

Mezlûm Ebdî diyar kir ku ew li dijî hemû cihêkariyan in ku gefê li yekîtiya Sûriyeyê dixwin.

Mehek di ser rûxîna rejîma Beşar Esed re derbas bû ku çekdarên Heyeta Tehrîr El Şamê di nava çend rojan de gihiştin Şamê û desthilata wî hat têkbirin.

Ji wê demê ve, pirsgirêka Kurdan li Rojavayê Kurdistanê mijara germ a danûstandin û civînan e.

Wezareta Karên Derve ya Fransayê 3yê Kanûna Pêşîn a 2025an ragihand ku Jean-Noel Barrot berî ku biçe Şamê 2yê mehê bi rêya telefonê bi Mezlûm Ebdî re axiviye.

Mezlûm Ebdî û Wezîrê Karên Derve ya Fransayê Jean-Noel Barrot di pêwendiya xwe de li ser “qonaxa berdewamiya veguhastina” desthilatê li Sûriyeyê axivîn.

Roja înê, wekî yekemîn şandeya rayedarên pilebilind ên welatên Rojava, Wezîrê Karên Derve yê Fransayê û hevtaya xwe ya Alman Annalena Baerbock gihiştin Şamê û bi Serokê birêvebiriya nû ya Sûriyeyê Ehmed Şer re civiyan.

Her du wezîran daxwaz ji rayedarên nû yên Şamê kir ku bi Kurdan re li hev bikin û dawî li şer bînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst