Welatiyên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê yên li Hewlêrê dest bi dayîna dengên xwe kirin

06-05-2023
RÛDAW
Welatiyên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê yên li Hewlêrê dest bi dayîna dengên xwe kirin
Welatiyên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê yên li Hewlêrê dest bi dayîna dengên xwe kirin
Nîşan Hilbijartin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Welatiyên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê yên ku li Hewlêrê dijîn roja Înê çûne Konsulxaneya Tirkiyê ya Hewlêrê û dest bi dayîna dengên xwe kirin.

Konsulê Giştî yê Tirkiyê yê Hewlêrê Mehmet Mevlut Yakut, di konferanseke rojnamevanî de ragihand, li Herêma Kurdistanê û Iraqê 5 hezar û 738 welatiyên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê yên ku xwedî mafê wan ê dengdanê ne hene.

Rêza dengdêran li pêş Serkonsulxaneya Tirkiyê ya Hewlêrê ji bo hilbijartinên serokkomarî û parlamentoyê yên Tirkiyê ku dê li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 14ê Gulanê birêve biçin li nûnertiyên derve û deriyên sînorî yên Tirkiyê pêvajoya dengdanê destpê kiriye.

Li Hewlêrê jî, bi sedan dengdêrên ji Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, roja Înê 5ê Gulana 2023an ji demjimêrên sibehê ve berê xwe dan Serkonsulxaneya Tirkiyê.

Konsulê Tirkiyê yê Hewlêrê, bang li welatiyên xwe yên li Herêma Kurdistanê kir ku mafê xwe yê demokratîk bikar bînin û li ser pirsa Rûdawê ragihand, li deriyên sînorî yên Îbrahim Xelîl, Girane û Serzêrê jî proseya dengdanê dest pê kiriye.

Konsulê Giştî yê Tirkiyê yê Hewlêrê Mehmet Mevlut Yakut got, “Li hemû deriyên gumrukê yên esmanî, avî û bejahî yên Tirkiyê deng tê bikaranîn. Ji ber wê li gumruka Xabûr, Uzumlu û Umurluyê jî dengdan heye.”

Dengdêrên li Hewlêrê dibêjin, bi hêviya azadî, demokrasî û rojên xweş hatine deng bidin.

Welatiyê ji Sêrtê Bakurê Kurdistanê yê ku li Hewlêrê dijî Ferhat Koneş got, “Ez li vir dixebitim, 7 sal in li Kurdistanê me. Em hatine deng bidin, hêvî dikim ji bo gelê me baş bibe. Ez dixwazin xweştir bibe ji bo gel, demokrasî û azadî hebin.”

Welatiya ji Cizîr a Botan a li Hewlêrê dijî Rojbin Kaya jî li ser hêviyên xwe yên ji bo hilbijartinan got, “Em dixwazin biçin li Tirkiyê bixebitin lê ji ber mûçe kêm e li wir em nikarin. Em dixwazin jiyana me xweş bibe, xelkê vir çawa rehet in, bila xelkê Tirkiyê jî wisa be.”

Li Serkonsolxaneya Tirkiyê ya Hewlêrê, dengdan rojên 5, 6 û 7 Gulanê ji demjimêr 9ê sibehê heta 9ê şevê berdewam dike. Li deriyên sînorî yên Îbrahim Xelîl, Girane û Serzêrê yên di navbera Başûr û Bakurê Kurdistanê de jî dengdan heta 9ê Gulanê berdewam dike.

Li Herêma Kurdistanê bi tevahî mafê dengdanê yê 3 hezar 834 welatiyên ji Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê heye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst