Çûna geştyaran a Çiyayê Nemrûdê hat qedexekirin

05-12-2023
RÛDAW
Nîşan Çiyayê Nemrûdê Qedexe Geştyar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Çand û Geştyariyê ya Tirkiyê ji ber ku demsala zivistanê ye çûna geştyaran a Çiyayê Nemrûdê qedexe kir.

Kompanyayên geştyariyê jî li hemberî biryara qesexekirinê nerazîbûn nîşan da.

Çiyayê Nemrûdê yê li navçeya Kolikê ya parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê cihekî girîng ê geştyariyê.

Salane hejmareke zêde ya geştyaran diçin serdana Çiyayê Nemrûdê.

Saziya Çand û Geştyariyê ya Semsûrê bi hinceta ku zivistan e û berf û qeşa ji bo ewlehiya geştyaran dibe gef ji serê meha Kanûna Pêşînî ve çûna Çiyayê Nemrûdê qedexe kir.

Biryara qedexekirinê di navbera kompanyayên geştyariyê û Saziya Çand û Geştyariyê ya Semsûrê de bû sedema aloziyan.

Kompanyayên geştyaran dibêjin, heta niha li herêmê berf jî nebariya ye û cara yekem e di vê demsalê de Nemrûd tê girtin.

“Nabe hûn deriyê herî mezin ê dahata herêmê bigirin”

Serokê Komeleya Çand û Geştyariyê ya Kolikê Îrfan Çetinkaya ji medyayê re got, “Çiyayê Nemrûdê û muzexane bi sedemên kêfî hatine girtin.

Cara yekem e di vê demsalê de tiştekî wiha dibe. Geştyarek ji Îspanyayê tê vê derê û hûn li derî wî vedigerînin.

Di demekê de ku herêma me piştî erdhejê radibe ser xwe nabe hûn deriyê herî mezin ê dahata herêmê bigrin.

Heta niha berf jî nebariya ye, ev çi sedema ewlehiyê ye?”

Serokê Saziya Geştyariyê ya Semsûrê Fethi Avseren jî ragihand ku biryara qedexekirinê di cih de ye û wiha pê de çû:

“Li lûtkeya çiya berf bariya û bi şevan qeşa çêdibe. Bi roj jî ji ber bandora qeşayê metirsiya canî çêdibe.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst