4 koçberên ji Kobaniyê di rêya Ewropayê de xeniqîn

05-10-2022
RÛDAW
Nîşan Kobanî Rojava Koçber Xeniqîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - 4 kesên xelkê bajarê Kobanî yê bakurê rojhilatê Sûriyê (Rojavayê Kurdistanê) di encama binavbûna qeyikê de ku ji Cezayîrê diçû Spanyayê jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûriyê ragihandiye, di encama binavbûna qeyika koçberan de li peravên Cezayîrê 4 welatiyên Sûriyê canê xwe ji dest dane.

Li gor zanyariyan, ew 4 welatiyên ku tên gotin xelkê Sûriyê ne û canê xwe ji dest dane, xelkê herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê ne.

Derbarê bûyerê û hejmara kesên xeniqî û rizgarbûyî de hêj ti zanyariyên zelal li ber dest tune ne.

Li gor zanyariyên destpêkê, di qeyiqê de 34 kes hebûne, ku bi awayekî neyasayî ber bi Spanyayê ve diçûn, lê di rê de qeyiqa wan xirab dibe û di encama binavbûna qeyikê de koçberên li ser canê xwe ji dest dane.

Destpêka Îlona bihorî jî, ciwanekî Sûrî li ser medyaya civakî di çend girteyên vîdyoyî de behsa rewşa koçberên Sûrî li Cezariyê kiribû û gotibû, ew gelekî zehmetiyan ji destê hikûmetê û qaçaxçiyan dibînin.

Di van 15 rojên dawî de ev bûyera duyemîn e ku di encama binavbûna qeyiqên koçberên neyasayî de hejmarek welatiyên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê canê xwe ji dest didin.

Di roja 21ê Îlonê de qeyikeke koçberan li sînorê deryayî yê Sûriyê û li nêzîk Bendera Tertûsê noqmî avê bibû û di encamê wê bûyerê de jî malbateke Kurd a ji Efrînê xeniqîbûn.

Di wê bûyerê de ku tê gotin di navbera 150 ta 170 kes li ser qeyikê bûne, li gor amarên fermî 100 kesan canê xwe ji dest dan ku ji welatên Sûriye, Filistîn û Lubnanê bûn.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst