Birîna nekewiyayî Sînemaya Amûdê: Rêveberiya Xweser nûjen dike

05-09-2024
RÛDAW
Nîşan Rêveberiya Xweser Sînemaya Amûdê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê biryar da Sînemaya Amûdê ji nû ve ava bike.

13ê Çiriya Paşîn a 1960î, li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê sînemaya bajêr şewitî û tê de 283 zarokên Kurd canê xwe ji dest da.

Rêveberiya Xweser ji bo bîranîna qurbaniyên şewata Sînemaya Amûdê dest bi xebatên avakirina Sînemaya Şehrezadê ya bajarê Amûdê kiriye.

Berpirsiyara Teknîkî ya Şaredariya Amûdê Dorîn Deqûriyê diyar kir ku rûberê projeya sînemayê ji hezar û 100 metreçargoşeyî derbas dibe û maliyeta wê 346 hezar û 326 dolar e.

Her wiha Deqûriyê amaje bi wê yekê jî kir ku qonaxa yekem a projeyê dê di şeş mehan temam bibe.

Şewata Sînemaya Amûdê

Beriya niha bi 64 salan, 13ê Çiriya Paşîn a 1960î li bajarê Amûdê bûyereke dilsoj rû da.

Di wê roja xemgîn de, agirekî dijwar bi Sînemaya Amûdê ket.

Di encamê de 283 zarokên Kurd ên wî bajarî û yên derdorê, di nav dojeha wî agirî de canê xwe ji dest da.

Herwiha bi dehan zarok jî birîndar bûn û heta niha gelek ji wan behsa wê serpêhatiya xwe dikin.

Xwendekarên dibistanan wê rojê çûbûn ku li fîlmeke bi navnîşana “Tawana Nîvê Şevê” ya li ser Şoreşa Cezayirê temaşe bikin, wekî piştgiriyekê ji bo wê şoreşê.

Şewata Sînemaya Amûdê, wekî “Komkujiya Sînemaya Amûdê” jî tê binavkirin.

Baweriya di nav xelkê de ew e ku şewat ji aliyê desthilata wê demê ya Sûriyeyê ve bi qestî hat derxistin.

Heta niha jî bi awayê fermî ti alî yan kes ji ber wê bûyerê nehatiye darizandin an jî cezakirin.

Mihemedê Seîd Axayê Deqorî

Dema behsa şewata şewata Sînemaya Amûdê tê kirin yekser fedakarî û xîreta Mihemedê Seîd Axayê Deqorî tê hişê însên.

Mihemedê Seîd Axa wê şevê bi dehan zarok ji şewatê rizgar kirin.

Her carê xwe dida nav êgir, çen zarok xelas dikirin û dîsa li sînemayê vedigeriya da ku zarokên welatê wî neşewitin.

Lê carekê ji wan sitûnek bi ser de tê xwarê û ew jî di nav pêtên êgir de koça dawî dike.

Desthilanîn û xîreta Mihemedê Seîd Axayê Deqorî bûye mijara gelek stranan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst