Herêma Kurdistanê: Hêkên xwemalî bo derve tên şandin û hêkên Tirkiyê û Îranê jî tên hawirdekirin

05-09-2022
RÛDAW
Nîşan Herêma Kurdistanê Hawirdekirin Hinardekirin Hêk
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Herêma Kurdistanê ji pêwîstiya navxweyî zêdetir hêkan berhem tîne. Rêveberê çavkaniyên ajeldariyê yê Wezareta Çandiniyê ya Herêma Kurdistanê got, “Ji bo Herêma Kurdistanê rojane pêwîstiya me bi 7 hezar karton hêk heye lê 13 hezar karton berhema heye.” Serokê Lijneya Çandiniyê ya Parlamentoya Kurdistanê jî ragihand ku hêkên Tirkiyê û Îranê li bazarê hene û bi qaçaxî tên hawirdekirin.

Rêveberê çavkaniyên ajeldariyê yê Wezareta Çandiniyê ya Herêma Kurdistanê Fîras Sidîq îro Duşemê ji Rûdawê re ragihand, li Herêma Kurdistanê 27 projeyên berhemanîna hêkan hene û rojane 13 hezar karton hêk dikevine bazarê.

Fîras Sidîq da zanîn ku beşeke hêkan ji bazara navxwe re zêde ne û ji bo parêzgehên Iraqê tên hinardekirin.

Projeyên berhemanîna hêkan li ser sê parêzgehên Herêma Kurdistanê hatine dabeşkirin ku 12 proje li Hewlêrê, 8 li Silêmaniyê, 5 li Duhokê û 2 jî li Îdareya Serbixwe ya Germiyanê hene.

Serokê Lijneya Çandiniyê ya Parlamentoya Kurdistanê Ebdulsitar Mecîd îro Duşemê 5ê Îlona 2022an ji Rûdawê re anî ziman, “Qaçaxçîtiya hêkên Tirkiyê û Îranê berdewam e, ev yek bandoreke neyînî li berhemanîna navxweyî dike.”

Fîras Sidîq hebûna hêkên Tirkiyê û Îranê jî red nekir û got, “Ji bo anîna hêkan destûra me pêwîst e. Ji sala 2019an û vir ve me yek destûr jî ji bo anîna hêkan nedaye. Eger hêkên hawirde li bazaran hebin, ew karê aliyên peywendîdar ên din e ku rê li ber wan bigirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst