Kêmasiya bazirganiya derve ya Tirkiyeyê li gorî par zêde bû

28-07-2023
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Hinardekirin Hawirdekirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Kêmasiya bazirganiya derve ya Tirkiyeyê di şeş mehên destpêkê yên 2023yan de li gorî heman mehên sala par ji sedî 18,7 zêde bû û gihişte 61 milyar û 235 milyon dolaran.

Saziya Amaran a Tirkiyê (TUIK), amarên meha Hezîrana 2023yan yên bazirganiya derve eşkere kirin.

Li gorî amaran, hinardeya Tirkiyeyê di meha hezîranê de li gorî heman meha sala par ji sedî 10,5 kêm bû û dakete 20 milyar û 904 milyon dolaran.

Hawirdeya Tirkiyeyê jî sedî 17,5 kêm bû û dakete 26 milyar û 64 milyon dolaran.

Bi vî awayî kêmasiya bazirganiya derve ya Tirkiyeyê di meha Hezîrana 2023yan de li gorî heman meha sala par ji sedî 37,3 kêm bû û ji 8 milyar û 236 milyon dolaran dakete 5 milyar û 160 milyon dolarî.

Kêmasiya bazirganiya derve ji sedî 18,7 zêde bû

Herwiha di 6 mehên destpêkê yên sala 2023yan de kêmasiya bazirganiya derve ya Tirkiyeyê li gorî heman mehên sala par ji sedî 18,7 zêde bû û gihişte 61 milyar û 235 milyon dolaran.

 Iraq û Herêma Kurdistanê di rêza 5an de ne

Almanyayê, Hezîrana 2023yan di rêza hinardeya Tirkiyeyê ya giştî de bi milyarek û 784 milyon dolaran di rêza yekem de cih girt. 

Amerîkayê, bi milyarek û 331 milyon dolaran di rêza duyem de û Brîtanyayê bi milyarek û 65 milyon dolaran di rêza sêyem de cihê xwe girt. 

Îtalya, bi milyarek 12 milyon dolaran bû xwediyê rêza çarem, Iraq û Herêma Kurdistanê jî bi 986 milyon dolaran ketine rêza pêncem.

Hawirdeya herî zêde jî Çînê ye

Di hawirdeyê de jî Çînê bi 3 milyar û 756 milyon dolaran di rêza yekem de cih girt.

Rûsyayê, bi 2 milyar û 912 milyon dolaran di rêza duyem de, Almanyayê jî bi 2 milyar û 11 milyon dolaran di rêza sêyem de cih girt.

Swîsre bi milyarek û 313 milyon dolaran bû xwediyê rêza çarem, Îtalya bi milyarek û 120 milyon dolarî di rêza pêncem de cih girt.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst