Rêveberiya Xweser termên 11 kesan ji Cezayîrê vedigerîne

05-07-2023
RÛDAW
Nîşan Rêveberiya Xweser Belema Cezayîrê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Xweser roja Pêncşemê termên 11 koçberên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê yên ku li peravên Cezayîrê di encama binavbûna belemekê de canê xwe ji dest dabûn vedigerine.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê derbarê vegerandina termên 11 koçberan de daxuyaniyek belav kir.

Rêveberiya Xweser di daxuyaniyê de ragihand ku Nivîsgeha Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser ji bo vegerandina termên 11 welatiyên Rojavayê Kurdistanê û Sûrî ku di 5ê Hezîrana borî de canê xwe ji dest dabûn, hemû rêkarên pêwîst amade kirine.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di nav wan 11 kesên ku xeniqîbûn de 3 zarok jî hene.

Rêveberiya Xweser da zanîn ku dê roja Pênceşmê 6ê Tîrmehê de termê 11 qubaniyan bighêje balafirgeha Beyrûtê ya Libnanê û ji wir ber bi Sûriyê ve bên şandin.

Herwiha Rêveberiya Xweser ji ber alîkariyên bo veguhestina cenazeyan de spasiya Xaçar Sor a Libnanê û Heyva Sor a Sûriyê kir.

Rêveberiya Xweser sersaxiyê ji malbatên qurbaniyan re xwest û bang kir ku xelkê herêmê li peya planên qaçaxçiyan neçin ku ew jî di berjewendiya “dijminên gelê me de ku herêmê ji ciwanan vala bike. Em bang li şênî û ciwanên xwe dikin ku bi xaka xwe ve girêdayî bin û em zehmetiyên pêvajoya ku rastî herêmê û Sûriyê bi giştî tê, baş nas dikin.”

Di heman daxuyaniyê de navên wan 11 qurbaniyan ku bên vegerandin ev in: Azad Şiyar Xelî, Şiyar Mihemed Xelîl, Cemîle Ebdulbaqî Mihemed Elî, Mesûd Mistefa  Mihemed, Ula Ebdulrezaq El-Ehmed, Larîn Mesûd Mihemed, Emîre Mihemed Hebeş, Helîme Mihemed Mistefa, Ferman Edîb Dalî, Yasmîn Cewdet Seidî, Ehmed Bekir Kîko.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst