Rêveberiya Xweser ziyandîtiyên şewatan qerebû dike

05-07-2019
RÛDAW
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Rêveberiya Xweser Şewat Cotkar Qerebû
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Xweser biryara qerebûkirina wan xwedî erd û cotkaran da ku erdê wan li bakurê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê şewitîbûn.

 

Di civîna xwe ya roja pêncşembiyê de, Encûmena Cîbicîkar a Rêveberiya Xweser li bajarokê Eyn Îsa yê girêdayê Reqayê, biryar da ku bi 2 rêyan alîkariya wan xwedî erd û cotkaran bê kirin, ku genim û ceh û bi gitştî berhemên wan ên çandiniyê şewitîbûn.

 

Li gor biryarê, Rêveberiya Xweser dê bireke pere weke qerebûn bide kesên ziyandîtî û herwiha rêveberî dê hewl bide bi rêya bidestxistina alîkariyên ji saziyên navdewletî beşeke din ji cotkar û xwedî erdan qerebû bike.

 

Îsal di mûsimê çinîn û dirûna dexlûdanan de, li piraniya deverên di bin kontrola Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê de bûyerên şewatê li nav zeviyên çandiniyê derketin û li gor amarên ku Desteya Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser belav kirine, bêtir ji 400 hezar donim zeviyên çandiniyê yên xelkê herêmê di bûyerên agirpêketinê de şewitîn û zirareke mezin gihîşte cotkaran.

 

Şewata li nav zeviyên çandiniyê yên li Rojavayê Kurdistanê di demekê de bûn, ku îsal bo cara yekem Rêveberiya Xweser biryara kirîna genim û cehê cotkaran dabû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst