Malbatên DAIŞê li Serê Kaniyê tên bicihkirin

05-05-2021
RÛDAW
Malbatên DAIŞê li Serê Kaniyê tên bicihkirin
Malbatên DAIŞê li Serê Kaniyê tên bicihkirin
Nîşan HSD Serê Kaniyê DAIŞ Grûpên Çekdar Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) careke din hewleke revandina hejmareke jin û zarokên DAIŞê ji nav kampa Holê bo Serê Kaniyê pûç kirin. Rojnamevan Orhan Kemal dibêje grûpên çekdar bi alîkariya Tirkiyê jin û malbatên DAIŞê derbasî Serê Kaniyê dikin.

Li gor çavkaniyên xwecihî, şeva duşemê, hêzên HSDê li nêzîk gundê el-Rezaze li gundewarên Til Temirê 7 kesên Îraqî girtine ku bi qaçaxî ji nav kampa Holê hatibûn derxistin da ku ji bo Serê Kaniyê bên birin.

Ev rêbendeke grûpa Ehrar el-Şerqiyeye li ser riyeke ku diçe herêma Serê Kaniyê. Ev grûp bi wê yekê tohmetbarkirin ku jin û zarokên DAIŞê yên ku ji kampa Holê direvin ji bo Serê kaniyê dibe.

Ohan Kemal, ku rojnamevanekî ji Serê Kaniyê ye û vê doseyeyê bi hûrbînî dişopîne ji Tora Medyayî ya Rûdawê re behsa prosesa veguhastina jin û zarokên DAIŞê kir.

Rojnamevan Orhan Kemal dibêje “di derbarê mijara jinên DAIŞê yên ku hatine Serê Kaniyê, ev jin ji kampa Holê bi qaçaxî hatine derxistin û hinek jin û malbatên DAIŞê yên ku li derdora rojhilat bi tevahî hatine derbasî Serê Kaniyê bûne. Ketîbeya Ehrarî Şerqiye, Siltan Mûrad û bi alîkariya hêzên Tirkiyê wan derbasî Serê Kaniyê kirine. Ew malbat li taxa Zeredeşt û Ebra ya Serê Kaniyê bicih kirine.”

Orhan Kemal hûrgilî derbarê hejmar û regeznameyên jinên DAIŞê yên ku gihaştine Serê Kaniyê ji Rûdawê re aşkere kirin

Rojnamevan Orhan Kemal got “jinên DAIŞê yên ku nasnameya wan Ereb bin, ew li taxa zeredeş hatine bicihkirin. Jinên DAIŞê yên ku nasnameya wan ya Sûrî be ew li taxa Ebra ya Serê Kanî bicih kirine. Hejmara wan derdora 300-400 jinin ku li serî kaniyê bicih bûne. Ev yek jî li gorî çavkaniyên me yên sivîl jî hatiye piştrastkirin.”

Di xwepêşandanên ku li nav bajarê Serê Kaniyê hatine kirin, çend caran alên DAIŞê û Cebhetb el-Nusre hatibûn bilindkirin. Ji ber ku rewşa ewlehiya bajarê Serê Kaniyê bi temamî li jêr çavdêriya hêzên Tirkiyê de ye, çavdêr û şopîner gumanê dibin ser wê yekê ku prosesa veguhestina jin û zarokên DAIŞê bi agahdariya hêzên Tirkiyê be.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst