HSD: 9 şervanên me canê xwe ji dest da

05-08-2023
RÛDAW
Nîşan HSD Tirkiye Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand ku di mehekê de Tirkiyeyê 10 caran bi dronan êrişî wan kiriye û di encama wan êrişan de 9 şervanên HSDê canê xwe ji dest daye.

Navenda Ragihandinê ya HSDyê derbarê amarên êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Rojavayê Kurdistanê de daxuyanî da.

HSDyê ragihand ku meha tîrmehê Tirkiyeyê 556 caran ji bejahiyê ve êrîşî herêmên wan kiriye. 

Herwiha 58 caran bi balefirên şer û 10 caran bi dronan navçeyên di bin konrola wan de bombebaran û topbaran kirine.

Li gorî daxuyaniya HSDyê di êrîşên bi dronan yên Tirkiyeyê de 9 şervanên wan canê xwe ji dest daye û yek ji wan endamê asayişê bûye.

HSDyê herwiha diyar kir ku 12 şervanên wan jî birîndar bûne.

HSDyê da zanîn ku di wan êrîşan de welatiyekî canê xwe ji dest daye û 2 welatiyên din jî birîndar bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst