AFAD: Piştî erdheja Mereşê 13 hezar erdhej çêbûne

05-03-2023
RÛDAW
Nîşan Erdhej AFAD
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî erdheja 6ê Sibatê ya Mereşê hîn jî rojane erdhej û paşerdhej çêdibin, AFAD dibêje, di nav mehekê de li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 13 hezar erdhej çêbûne.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez li Tirkiyê (AFAD) li ser hesabê xwe yê medya civakî ragihandiye, li Tirkiyê û derdûra wê ji 6ê Sibatê heta 4ê Adarê 13 hezar erdhej û paşerdhej çêbûne.

AFAD di daxwiyaniya xwe ya 4ê Adarê 2023ê belevkirî de dibêje, erdhejên ku di nava 6 mehan de çêbibin, piştî erdheja Mereşê di nava mehekê de ewqas erdhej çêbûne.

Her wiha AFADê li ser hesabê xwe yê medya civakî nexşeya wan deverên ku ev 13 hezar erdhej û paşerdhej lê çêbûyîn jî belav kiriye.

Li gorî Wêzîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleymen Soylu ragihand ku Di erdhejê de heta niha 45 hezar û 968 kesan jiyana xwe ji dest dane ku 4 hezar û 267 jê Sûriyeyî ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst