Li Wanê bi hinceta PKKyê 9 kes hatin desteserkirin

05-02-2024
RÛDAW
Nîşan PKK Wan Desteserkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, hefteya borî bi “hinceta PKKyê” 9 kes hatin desteserkirin.

Rêveberiya Ewlehiyê ya Wanê ragihand, di navbera 29ê Kanûna Paşînê û 4ê Sibata 2024an de bi hinceta “rêgirîkirina çalakiyên rêxistinê” operasyon hatin kirin.

Li Wanê di navbera 29ê Kanûna Paşînê û 4ê Sibata 2024an de di operasyonên cuda de bi hinceta “endamtî û alîkariya PKKyê” 9 kes hatin desteserkirin.

Derbarê kesên ku hatin desteserkirin de karên yasayî hatin destpêkirin.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, hêzên ewlehiyê rojane bi ser malan de digirin û bi “hinceta PKKyê” xelkê sivîl û siyasetmedarên Kurd desteser dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst