Serokê Şaxa Egitim Bir-Senê ya Amedê: 'Zarok ji çand û zimanê xwe dûr dikevin'

05-02-2024
RÛDAW
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Dersên Kurdî Dersên Bijarte Ramazan Tekdemîr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Şaxa Egitim Bir-Senê ya Amedê li ser hilbijartina dersa Kurdî got, “Divê dema serlêdana dersên bijarte were dirêjkirin.”

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê serlêdana hilbijartina dersên bijarte yên ku di sala perwerdeyê ya 2024-2025an de li dibistanên amadeyî yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bên dayîn di 30ê Kanûnê de dest pê kir.

Serlêdanên ji bo dersên zaravayên Kurmancî û Zazakî yên Kurdî ku hefteyeke berdewam dike dê heta 12ê Sibatê berdewam bikin.

Serokê Şaxa Egitim Bir-Senê yê Amedê Ramazan Tekdemir li ser mijara hilbijartina dersa Kurdî bû mêvanê bultena Rûdawê û bersiva pirsên Hêvîdar Zanayê da.

“Zarok ji çand û zimanê xwe dûr dikevin”

Takdemir destnîşan kir ku ji bo hilbijartina dersa Kurdî 2 hefte dem hatiye dayîn û got:

“Wekî hûn jî dizanin serlêdana dersên bijarte dest pê kir. Em dixwazim ev dem were dirêjkirin. Ji ber ku 2 hefte ne bes e.

Bila mamoste di demên fireh de erkên xwe bicih bînin. Ji ber wê yekê em dibêjin ev dem kêm e.

Ya din jî bila zarokên me dersa bijarte hilbijêrin.

Em dizanin bila dersên qurana pîroz, zanista îslamî û jiyana hezretî Pêxember bistînin lê bila bi van re dersa zimanê dayîka xwe jî bistînin.

Bila (xwendekar) dersên Kurmancî û Zazakî jî hilbijêrin. Bila di vê demî de û di vê mijarê de pirsgirêk çênebe.

Ev mijareke girîng e. Zarokên me ji çanda xwe, ji zimanê xwe dûr dikevin.

Divê em vê mijarê ji kokê çareser bikin. Bila her zarok zimanê ku dixwazin û zimanê dayika xwe jî biznin.

Divê derfet zêde bikin. Xweda derfeteke mezin daye me lê bi awayekî fermî û qanûnî em van derfetan kêm dikin.”

“Divê perwerdeya ziman mecbûrî be”

Serokê Şaxa Egitim Bir-Senê yê Amedê Tekdemir wiha berdewam kir:

“Divê perwerdeya ziman mecbûrî be. Bila zimanê dêya xwe bizanin.

Em tim dibêjin dersên zanista îslamê, jiyana pêxember girîng in û bi nirx in lê ziman jî Xweda teala bi ayetê derfetek daye, em vê bi rêya dewletê teng bikin, tiştekî ne rast e.”

“Em ola xwe û zimanê xwe dixwazin”

Tekdemîr ragihan ku ji bo hilbijartina perwerdeya zimanê Kurdî komîsyona sendîkaya Egitim Bir-Senê ya şaxa Amedê heye û wiha pê de çû:

“Komîsyona me mijarê dişopîne. Li kû derê pirsgirêk hebe, telefon dike yan diçe cihê wê.

Di aliyê mamosteyan de yan jî di kîjan mijareke din de pirsgirêk derbikeve em xwe digihînin wir.

Em di van mijaran de pirsgirêkan qebûl nakin. Ji ber ku mijareke girîng e.”

Li aliyê din Tekdemîr diyar kir ku wan kampanyeyek ava kiriye û li seranserê Amedê bi daliqandina afîşan dest bi xebatê dikin û got:

“Ev ziman zimanê me ye. Dîn dînê me ye. Em dixwazin zarokên me her duyan jî fêr bibin.

Em dê di afîşên xwe de jî bînin ziman ku em ‘dînê xwe û zimanê xwe dixwazin.”

Ramazan Tekdemîr got ku wan ji bo dirêjkirina pêvajoya serlêdanê bi awayekî fermî serî li Wezareta Perwerdeyê daye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst