Hewlêr (Rûdaw) - Kordînatorê DILKURDê Fevzî Bulgan bal kişand ser astengên li pêşiya dersên Kurdî û da zanîn, hinek midûrên dibistanan dibêjin ku dersên Kurdî nînin an jî mamoste nînin.
Serlêdanên ji bo dersên zaravayên Kurmancî û Kirmanckî yên Kurdî dê heta 17ê Sibatê berdewam bikin.
Li dibistanên fermî yên girêdayî Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyeyê di nav dersên nemecbûrî de zaravayên Kurmancî û Kirmanckî yên Kurdî jî hene.
Xwedekarên polên 5, 6, 7 û 8an dikarin heta 17ê Sibatê dersên Kurdî hilbijêrin.
Kornîdatorê Giştî yê Yektiya Dildarên Kurdî (DILKURD) Fevzî Bulgan bû mêhvanê Nûrojê pirsên Nalîn Hesenê bersivandin.
“Haya miletê me ji dersên Kurdî nîne”
Fevzî Bulgan diyar kir, “Haya miletê me ji dersên Kurdî nîne” û li ser hinek astengiyên li pêşiya dersên Kurdî got ku hinek midûrên dibistanan dibêjin ku dersên Kurdî nînin an jî mamoste nînin an jî formên hilbijartina dersan nadin xwendekaran.
Bulgan amaje pê kir, “Divê dersên Kurdî li dibistanên seretayî û lîseyan jî hebin” û diyar kir ku dersên Kurdî “destpêkek baş in” lê kêm in.
Fevzî Bulgan daxuyand ku ew dixwazin bi hemû aliyên siyasî û saziyên zimanê Kurdî û gel re kongreyeke ji bo Kurdî saz bikin.
Li gorî agahiyên ku wî dane, wan ji bo vê yekê dest bi “pêwendiyên dîplomatîk” kiriye û dê li hinek bajarên wekî Wan, Îdir, Amed, Stenbol, Îzmîr û Çewlîgê komxebatan bikin.
Li Tirkiyeyê mafê hilbijartina dersên Kurdî sala 2012an di bin sernavê “Ziman û Zaravayên Zindî” de dest pê kir.
Li gorî vê guherînê, eger li dibistaneke ku 10 xwendekar dersa Kurdî hilbijêrin divê dewlet mamosteyekî erkdar bike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse