Hewlêr (Rûdaw) - Mele Zahîd Çîftkuran ji dê û bavan xwest ku dersên Kurdî hilbijêrin û “vê derfetê” ji dest nedin.
Serlêdanên ji bo dersên zaravayên Kurmancî û Kirmanckî yên Kurdî dê heta 17ê Sibatê berdewam bikin.
Li dibistanên fermî yên girêdayî Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyeyê di nav dersên nemecbûrî de zaravayên Kurmancî û Kirmanckî yên Kurdî jî hene.
Xwedekarên polên 5, 6, 7 û 8an dikarin heta 17ê Sibatê dersên Kurdî hilbijêrin.
Meleyê naskirî Zahîd Çîftkuran li Amedê pirsên Nûçegihanê Rûdawê Maşallah Dekak bersivandin.
Mele Zahîd diyar kir ku ew niha li ber deriyê dibistanekê ne û dixwazin zarok zimanê xwe yê dayîkê hilbijêrin.
Meleyê Kurd diyar kir ku ev dersên heyî terî Kurdan nakin û got, “Em dersên xwe hilbijêrin, bila ev derfet ji destê me neçe.”
“Înkarkirina ziman kufir e”
Mele Zahîd Çîftkuran diyar kir ku Pêxemberê Îslamê li ser zimên gelek tişt gotine û anî zimên:
“Ziman, hebûna însanekî ye. Pêxember dibêje ti ziman ji zimanekî din ne cudatir e.
Her ziman nexşeke Xwedê ye. Înkarkirina ziman bi xwe kufir e.”
Mele Zahîd got, “Dema dewletên ku Îslamê ji xwe re dikin nexşerê mafên ku Îslamê dane mirovan bi cih nayînin derbeyeke mezin li Îslamê dixin.”
Zahîd Çîftkuran herî dawiyê bal kişand ser girîngiya rola dayîkan a di veguhastina zimên de û got:
“Mixabin dê mafê xwe yê veguhastina ziman bi kar nayîne.”
#VÎDEO - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê pêvajoya hilbijartina dersên #Kurdî berdewam dike
— RudawKurdi (@RudawKurdi) February 7, 2025
🎙️ Mele Zahîd Çîtfkuran: Em li ber deriyê dibistanê ne, em dixwazin sebiyên me zimanê xwe yê dayîkê hilbijêrin
🎙️ Mele Zahîd Çîtfkuran: Ev têrî me nake lê em dibêjin bila ev derfet ji… pic.twitter.com/gDq7lAPWdC
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse